Di xwepêşandanên li Merîwanê de 2 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin û hay ji wan nîne.  Ji aliyê din ve nerazîbûnên li dijî darvekirinan jî her ku diçe zêde dibe.
Rejîma Îranê ku di nava deh rojan de 4 jê siyasî herî kêm 16 Kurd bi darve kir, ji bo pêşî li nerazîbûnan bigire, dor li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê girt û li herêmê pêkanînên rewşa dimeşîne. Hat diyarkirin ku di 5’ê Mijdarê de hêzên leşkerî û hêzên taybet ên rejîma Îranê di serî de Merîwan û Sine dor li gelemperiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê girtine. Hêzên leşkerî yên Îranê, ji bo şêniyên bajêr li dijî darvekirinan nerazîbûnê nîşan nedin, li bajêr kontrolên tund dikin. Li gel vê dorpêçiya hêzên rejîma Îranê jî, li bajarê Merîwanê pêr piştî nîvro komek girseyî daket kolanan û darvekirina ciwanên Kurd şermezar kirin. Xwepêşandêr li sê rêyana Şebeng dest bi meşê kirin heya çar rêyana sereke ya bajêr meşiyan.
Hat ragihandin, di xwepêşandanê de hêzên rejîma Îranê du xwendekarên zanîngeha Peyamnûra Merîwan ên bi navê Wurya Tase û Dana Lincabadî kirine binçavan û heta niha hay ji wan nîne ku birine ku derê û rewşa wan çiye.

Girtiya Kurd birin nexweşxaneyê

Ji aliyê din ve li paytexta Îran Tehranê, girtiya siyasî ya Kurd Meryem Mûkadesî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji ber ku demeke dirêj nehat dermankirin rewşa nebaş a tenduristiya wê giran bû, lewma ew rakirin nexweşxaneyê. Meryem Mûkadesî ya nexweşa gurçikê, ji bo şert û mercên nebaş ên ragirtinê û xemsariya rayedaran şermezar bike, demeke dirêj di greva birçîbûnê de bû. Der heqê rewşa dawî ya Mûkadesî de agahî nehat bidestxistin.
Mûkadesî ku di bihara 2010’an de bi hinceta hevkarî bi partiyeke Kurd a mûxalîf re kiriye hat girtin, bi 9 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Li Silêmanîyê greva birçibûnê

Li bajarê Silêmanîyê li dijî darvekirinan çalakiya girêva birçîbûnê hate despêkirin. Berpirsê tekîlîyên derve yê KCK a Başur Ferhan Amara, Parlementerê Herêma Kurdistanê Salar Mehmud, endama Encumenî Serkirdayetî Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê Bilêse Cebar Ferman û gelek rewşenbir tevli daxuyaniya despêkirina çalekîya gîrêva birçîbûnê bûn.  Di daxîyanîyê de çalakgeran pergala darvekirinê û bêdengiya li dijî vê şermezar kirin.


Ji CHAK’ê çalakiya protestoyî

Rêxistina Mafê Mirovan a li Dijî Qirkirinê CHAK ku navenda wê li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, îdamkirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Îranê ve li ber konsolosiya Îranê şermezar kir. Çalakî li ber avahiya konsolosiya Îranê ya li Silêmaniyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniya ku darvekirinê şermezar dike hate xwendin û hat destnîşankirin  ku di nava salekê de 314 kes hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de bêdengiya hikûmeta Başûr hate şermezarkirin û hate xwestin ku li dijî darvekirinan helwestê nîşan bide. Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî darvekirinê bêdeng nemînin.

Li Bazidê meş

Li dijî polîtîkaya darvekirinê ya Îranê xwepêşandanên protestoyî jî zêde dibin. Li navçeya Agirî Bazidê bi pêşengiya BDP´ê li dijî bidarvekirina siyasetmedarên kurd meşek hate lidarxistin.  Çalakgeran ku li ber Rêxistina BDP’ê ya Bazîdê kom bûn ji wir jî bi karwanekî wesayîtan ber bi gundê Gurbulak ketin rê. Paşê girse ber bi Deriyê Sînor ê Gurbulak ve meşiya. Ligel Parlamenterê Agirî yê BDP’ê Halîl Aksoy, şaredarên herêmê û rêveberên BDP’ê û yên TUHAY-DER jî beşdarî meşê bûn.Dûre daxuyaniya çapameniyê hate dayîn û polîtîkayên Îranê yên li hemberî gelê kurd şermezarkirin û diyar kirin ku gelê kurd li her cihê lê dimîne ji bo azadiyê têdikoşe. 
Rêxistina BDP’ê ya Bismilê jî bi civîneke çapameniyê darvekirina siyasetmedarên kurd şermezar kir û ev weke hewldaneke provokatîf nirxand.

Girtî dest bi grevê dikin


Girtiyên PAJK’ê bi riya malbatan ragihandin ku li dijî darvekirina siyasetmedarên kurd ê ji aliyê rejîma Îranê ve û nêzikatiyên hikûmeta AKP’ê yên li hemberi pêvajoya çareseriyê wê di 8-9-10 Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya 3 rojan bikin. Di daxiyaniyê de hat diyarkirin hemû girtiyên PAJK’ê li tevahî Tirkiyeyê û li Kurdistanê tevlî gireva birçîbûnê bibin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Dewleta Îranê ji bo ku statuya xwe bi parêze carek din bi dewleta Tirk re li ser înkar û tunekirina kurdan li hevkir weke peyam jî siyasetmedarê kurd û bi dehan kurdên ku ji tewanên cuda dihat darizan din daliqandin. Anha jî girtiyên kurd yên ku di zindanên rejîma Îranê de ne bi darvekirinê ve rû bi rû ne.”

MGRK’ê şermezar kir

Komîteya Dîplomasiyê ya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi daxuyaniyeke nivîskî darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê Îranê ve û çêkirina “dîwarê şermê” ku ji aliyê Tirkiyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkaya darvekirinê ya Îranê li derveyî hemû pîvan û exlaqên mirovahiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN




Li dijî idaman pêşnûme

Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabave, darvekirinên dawî yên Îranê bi pêşnûmeyekê bir parlamentoya Swêdê û ji wezîrê karê Derve Carl Bîldt pirsa, ji bo darvekirin bi dawî bibin hunê kîjan tedbîran bigirin, pirsî.
Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabave der barê darvekirinên Îranê de pêşnûmeyek pêşkêş kir. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku  ji hilbijartina Hasan Ruhanî heta niha di nava du mehan de girtiyên siyasî yên kurd Habîbullah Gulperîpur, Şerko Maarîfî Reza Îsmaîlî jî heye nêzî 400 kes hatine darvekirin.
Kakabeveh got li herêma Zahîdan  16 girtiyên siyasî yên Belucî hatine darvekirin û diyar kir ku serokomarê nû Ruhanî peymanê lihevkirinê dide DYA û Rojavayiyan û divê demê de jî darvekirin zêde dibin. Kakabaveh da zanîn ku di bin siya vê diyalogê rejîma Îranê zextên li ser muxalefetê zêde kiriye û hemû parêzvanên mafê mirovan, aktîvîstên siyasî darve dike. Kakabaveh wiha pê de çû: “Netewên Yekbûyî darvekirinan zêde nayine rojevê. Rejîma Îranê ji bo çekên nukleerî bi welatên Rojava re dest bi diyalogê kirine û ji ber vê jî binpêkirina mafên mirovan ji nedîtîve tê. Ez ji li Carl Bîldt pirs dikim, gelo wê Swêd û bi hevkariya Yekitiya Ewropayê ji bo ku dawî li van zextan bê, wê çi bike?”

Kampanya îmzayan

Nûneriya PJAK a Swêdê jî  bi Komîteya Têkiliyên Navnetewî ya Partiya Çep a Opsala re, ji bo darvekirinên li Îranê rawestin kampanyaya îmzeyan da dest pêkirin.  Îmzeyên bên berhevkirin wê di meha Kanûnê de li Parlamentoya Swêdê bi daxuyaniyek çapemeniyê bê aşkerakirin.