Endamê KNK´ê Dr. Kamiran Berwarî, çûyîna hêza Iraqê ji bo Zaxoyê weke pîlanekî hevbeş ê Iraq û Tirkî destnîşan kir û diyar kir ku armanca wan bi hev re kontrolkirina herêmê û lêdana Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurd e. Mamostayê Zanîngehê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr.Kamiran Berwarî têkildarî pîlanên li ser Kurdan bi giştî û bi taybet Başûrê Kurdistanê axivî. Dr. Kamiran Berwarî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku tiştek bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye, desthilatdarên Herêmê nekarîne bi biberpirsyarî nêzî rewşa heyî bibin û pîlana metirsîdar a Enqere, Bexda û Tehranê fêhm bikin. Berwarî got: “Tişta niha rûdide encama referandûma Barzanî ye ku bû sedem Hikûmeta Herêmê gumrig, sînor, aborî, ewlehî û serweriya xwe ji dest bide. Ger li ser siyaseta xwe ya xelet berdewam bikin wê herî dawî statûya navê Herêma Kurdistanê jî wenda bikin.” Iraq û Tirkî bi hev re ne Di dewamê de Berwarî da zanîn ku di sed salên derbazbûyî de Surî, Iraq, Tirkî û Îranê li dijî gelê Kurd û tevgerên rizgarîxwaz ên gelê Kurd hertim dijminahî kirine û hev girtine. Berwarî wiha domand: “Niha jî pîlan û lihevkirinek hevbeş heye ji bo dagirkirin û kontrolkirina deverê. Dixwazin li dîrokê vegerin, bi taybet bername û stratejiya dewleta Tirk û Hikûmeta Iraqê ew e, sînor kontrol bikin û bi hev re li tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bixin.” Divê Berhem bi erka xwe rabe Berwarî bang li gel kir û got: “Ger em xweneparêzin û hêza me nebe, ti destkeftek me namîne. Pêwîste desthilatdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî stratejiya xelet a 100 salên derbazbûyî berdewam neke. Divê stratejiyek neteweyî birêve bibin û hêzeke Kurdistanî ava bikin.” Kamiran Berwarî bang li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî kir û got,”Divê wek Kurdekî erk, berpirsyartiyên xwe yên neteweyî, exlaqî û mirovî bicih bîne. Divê li Kurdistanê temaşe bike ku rojane çiqas jin, zarok û ciwan şehîd dibin, çiqas gund ji aliyê dijmin ve tên şewitandin û valakirin.” ROJNEWS/DIHOK