Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, parlamenterê Iraqê û Berdevka Heşd El Şeebî Ehmed Esedî li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên “Divê tu hed û sînorê xwe biparêzî. Em ê operasyona xwe li Bakûrê Iraqê bidomînin. Artêşa Tirkiyê wê ji Ebadî destûrê negire” nerazîbûn nîşan dan. Ebadî bi gotina “Misoger em ne dijminê te ne. Lê em ê xaka Iraqê bi îradeya camêrên xwe rizgar bikin, ne bi rêka Skype û peyamên bi dîmen” li hemberî gefxwarina Erdogan nerazîbûn nîşan da. 



‘Divê abadê dîplomatîk bizane’

Parlamentera Koalîsyona Netewî di parlamentoya Iraqê de, Zeyneb Arif El Besrî xwest ku sefîrê Tirkiyê ji Bexdayê derkeve.

Zeyneb Arif diyar kir ku Iraq eyaletek Osmaniyan nîne û wiha bersiv da Erdogan: “Divê pirsgirêkên xwe yê navxweyî çareser bike. Wan pirsgirêkan jî neşîne Iraqê. Divê bizane Iraq eyaletek Osmaniyan nîne. Em ji hikûmetê jî dixwazin ku sefîrê Tirkiyê ji Iraqê derxe. Her wiha em ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya NY dixwazin ku der barê hebûna hêzên tirk li ser xaka Iraqê lêkolînê bike û lihev bicive.”




‘Di qada şer de diyar dibe’


Nerazîbûnek din jî ji Berdevkê Heşd El Şeebî Ehmed Esedî hat. Esedî got ku di qada şer de diyar bibe ka kê divê hedê xwe bizane.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê jî gotinên Erdogan wek helwestek bêberpiryarane bi nav kir û şermezar kir. 


BEXDA