Beriya bi çend rojan, li Şamê Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî û Serokê Sûriyeyê Beşer Esed civiyan. Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî diyar kir ku her du welatan li hev kiriye ku deriyên sînor ên di navbera Sûriye û Iraqê de bên vekirin.
Li ser mijarê, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcub ev agahî dan; “Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî û Serokê Sûriyeyê Beşer Esed di hevdîtinê de mijara deriyên sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê de guftûgo kir. Her du aliyan li hev kir. Ji bo biryardanê wê şandeyeke Sûriyeyê di demeke nêzîk de serdana Iraqê bike.”
ŞAM