Li Iraqê zêdetirî 500 çeteyên ’biyanî’yên DAIŞ’î hatin darizandin. Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku ji serê 2018’an û vir ve, der barê 500 çeteyên biyanî yên têkilî DAIŞ’ê, hatin dadgehkirin û lêpirsîna der barê 202 dosyayan de jî dewam dike. Dadgehê li ser endamên çeteyên DAIŞ´ê agahî neda bê welatiyên kîjan dewletan in.
Dadgeha Bilind a Iraqê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, ”Heta niha 514 endamên çeteyan yên biyanî hatine mehkûmkirin. Lêkolîna li ser dosyaya 202 û doza 44 kesan dewam dike.Heta niha 11 kes hatine berdan. Lêpirsîn di navbera 6 mehan û salekê de wê biqedin.
Ji destpêka 2014’an ve di serî de Mûsil beşeke girîng a xaka Iraqê ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. Iraqê 2017’an azadiya xwe ya li dijî çeteyan ragihandibû. Dadgeha Iraqê ji wê demê û vir ve bi hezaran endamên DAIŞ‘ê yên jin û mêr darizandin, gelek jê hatin bidarvekirin yan jî cezayê heta mirinê li wan hate birîn. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tenê 2018’an dadgehên Iraqî der barê 217 kesan de cezayê bidarvekirinê da. Iraq li cîhanê ji pênc welatan yek e ku cezayê darvekirinê lê heye.
ANF/BEXDA