Bi vê daxuyaniyê hat dîtin ku rêveberiya Iraqê helwesta xwe ya têkildarî Suriyeyî zelal kiriye. Di tebaxê de Emerîka û mutefîkên wî bang li Esad kirin ku dev ji îktîdarê berde. Di vê demê de berevajî Emerîka û mutefîkên wî hikûmeta Iraqê piştgirî dabû Esad û Serokwezîr Nûrî el-Malîkî diyar kiribû ku ev yek dê Îsraîla siyonîst xurt bike.
Komek parlamenterên Yekitiya Ereban jî bang kirin ku heta li Suriye û Yemenê tundiya dewletê bi dawî ne, bila her dû dewlet ji Yekitiya Ereban bên derxistin. Ev jî dide nîşandan ku di nava eraban de jî li hemberî rejîma Esad deng bilind dibin.
Tê texmînkirin ku di encama pevçûnên li Suriyeyê de heta niha zêdetirêr 2 hezar 700 kesan jiyan axwe ji dest dane. Li Yemenê jî tê gotin ku di nava 3 rojên dawî de 68 kes ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin.
Di aliyê din de li gorî rojnameya New York Timesê Tirkiyeyê dest bi xebatên pêkanîna rêveberiya piştî rejîma Esad kiriye jî. Di nivîsê de tê gotin ku guhertina rejîma Suriyeyê wekî ya Tunus û Misrê nabe û dibe ku ji Îranê heta Îsrailê her jê tesîr bigire. Rojname diyar dike ku ji bo derbasbûyînek rejîmek nû Emerîka bi Tirkiyeyê re li ser hin planan dixebite. Tê destnîşan kirin ku di dema Lijneya Giştî a Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî ev mijar di hevdîtina Serokê Emerîkayê Obama û Serokwezîr Erdogan de bê nîqaşkirin. Li gel gotinên tund yên li hemberî rejîma Esada, her kes jî baş dizane ku derdê AKP’ê PKK ye û devgera Kurd e. Bi vî avayî dixwaze ku piştgiriya Emerîkayê bigire.
ANF/BEXDA