Li ser vê yekê parlamenter Irmak di saetên sibehê de di bin dorpêça leşkeran de çû taxa Tepebaşiya Qosera Mêrdînê ku konê şînê lê hatiye vekirin. Bi Irmak re gelek leşker hatin û 2 leşker bi Irmak re derbasî konê şînê bûn. Li vir Irmak yek bi yek bi endamên malbatê hembêz kir û ev yek bû sedema demên hestiyar. Dema dayika Irmak, Emîne Irmak keça xwe hembêz kir li ser hêşên xwe çû. Apê Irmak Suleyman Irmak jî demek dirêj wê hembêz kir û giriya.
Parlamenter Irmak xwest ku biçe tevli merasîma definkirina bavê xwe bibe. Leşker bi îdiaya ku destûra biçe gundê Welikê tune ye, nehiştin biçe gund. Li ser vê yekê parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursela Aydogan bi riya telefonê bi Wezîrê Karên Hundir, Wekîlê Serokê Koma AKP’ê û Waliyê Mêrdînê re hevdîn pêk anî. Hewldanên Aydogan bê encam man.
DÎHA/MÊRDÎN