Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Amar Abdulxefûr (Argeş Tolhildan), Tirkî Hemadê (Hogir), Omer Mişel Hemad, Hemade El-Sehib (Demhat Erîş), Xalid Mûsa (Manî Şedadî), Warşîn Ibrahîm (Berxwedan Hesekê), Mihemed Sarcîn, Hesen Cemal Alî (Kados Hesekê), Mehmûd Alî (Gabar Cûdî) û  Ziyad Salim (Heqî Roj) ên di demên cuda de di operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajar li kom bûn.


Bi saya cangoriyan

Girseya gel cenazeyên têkoşeran wergirt û bi karwanek ji wesayîtan ku bi wêneyên têkoşeran û gulan hat xemlandin bir Goristana Şehîd Dijwar a li gund Dawûdiyê.

Li goristanê şervanên YPG/YPJ`ê merasîma leşkerî lidar xistin. Piştre li ser navê QSD`ê Fermandar Lewend Rojava axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: “Eger ne ev têkoşeran bûna, herêmên me ji qirêjiya terorê rizgar nedibûn.”


Bi xwîna xwe pêşî li fitneyan girtin

Her wiha Lewend Rojava diya kir ku rejîma Baas, çeteyên Koalîsyonê û alîgirên wan gelek caran hewl dan ku fitneyê di navbera pêkhateyên Rojava de derbixin. 

Lê şehîdan bi xwîna xwe pêşç li wan fitneyan girtin. Rojava axaftina xwe wiha domand: “Îro gelê Rojava yek dest e û dilek e. Ew ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.”

Piştî axaftinan cenazeyên têkoşerên azadiyê li ber tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re hatin veşartin. 


 HESEKÊ