Îro hedef Enqere ye
Meşa demokrasiyê ya HDPê ku 15ʼê Hezîranê ji Edîrne û Colemêrgê destpê kir ber bi Enqerê ve didome. Milê Edîrneyê doh xwe bi rengnê jinê pêça. Jin pêşeng in. Karwanê meşê bi qurdêleyên xemrî û nepoxên xemrî hatin xemilandin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê pêşengiya meşê dike. Endam û rêveberên jin ên HDP'ê doh serê sibê li pêş avahiya HDP'e ya Sultangazî kom bûn û bi karwanekê ketin rê. Dema jin bi karwanê ketin rê polîsan li duriyana Sultan Gazî dorpêç kirin. Polîsên hêzên çevîk, bi TOMA û maşîneyên zirxî karwan xist nava çemberê.
Li ser rêya karwan zindana Kandirayê hebû û siyasetvanên jin Sebahat Tuncel, Gultan Kışanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel, Aysel Tugluk, Edibe Şahin û Nurhayat Altun girti ne.
Baskê Colemêrgê yê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê li Rihayê bi coş hate pêşwazîkirin. Meşvan li ketina Sêweregê bi kulîlkan û li Hîlwanê jî bi tilîlî û nîşaneyên serketinê hatin pêşwazîkirin.
Meşvan li pêşiya otobana bi 10 kîlometreyan dûrî navçeya Karakopruyê ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatin astengkirin, lê tevî vê jî ji aliyê Ruhayiyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Parlamenteran kulîlkên gel radestî Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner û Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar kirin.
Meşvan ji navenda bajêr bi dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana HDP'ê" ber bi Dîlokê ve hatin birêkirin. Çav li rê ye, îro meş bigihîje Enqerê. Rêxistina HDPê ya Enqerê jî daxuyakirin ku ew amadene meşvanan pêşwazî bikin.