LUQMAN GULDIVÊ

Hunermendê performansê û şanoger Juan-Golan Elîbeg çarşema bihurî xwe bi deriyê avahiya Unesco´yê ya Parîsê ve girêdabû û ji UNESCO´yê xwestibû beramberî tinekirina mîrasa mirovahiyê bi destê dewleta Tirk bêdeng nemîne. Hunermendî beriya niha jî ji bo parastina Heskîfê, protestokirina dewleta Tirk gelek çalakiyên protestoyî tevî koma xwe ya huner, “Compagnie Bien à vous Armanç Kerborani” kiribûn.

Wî ji me re behsa armanca çalakiyên xwe kir û hem jî got ka wê çalakiyên wî dewam bikin yan na. Wî her wiha dazanîn ku ew ê li muzeya navdar a Fransî Louvreê li hola wê ya herî zêde xelk diçe serdana wê jî ew ê çalakiyekê bikin.

Li ser sedema çalakiyan ew dibêje, ji dema serhildanên salên 90´î ve li Kerboranê ji zaroktiya xwe ve ew xwepêşandanan nas dike û belkî ji ber wê jî biryara çalakiyan dabe, lê bi rengekî ku bêhtir balê bikişîne û di medya civakî de zêdetir û zûtir belav bibe. Ew dibêje, xwepêşandan ne kêm in, lê divê mirov rêyên dîtir biceribîne ji bo xwe bigihîne çapemeniya xwe û ya cihanê. Ew lê mikur tê ku çalakiyên Femenê tesîr li wî kiriye. Ji bo sedema çalakiyên xwe jî bi kurtî ew dibêje, “carinan çalakiya 2 kesan ji ya 5 hezar kesan bêhtir deng vedide.”

Me dereng dest pê kir Lê em ê nesekinin

Heta niha wî li Parîsê li derveyî muzexaneya Louvreê lê li hewşa wê çalakiya pêşî ji bo Heskîfê kir. Piştre li Berlîn û Vatîkanê. Ji bilî Compagnie Bien à vous Armanç Kerborani, hunermend Zehra Dogan jî hin caran pê re ev performans amade kirine, weka ya li Berlîn û ya li Parîsê. Li pêşiya wan li dijî şewitandina çiyayên Kurdistanê wî çalakiyeke bi performans kiribû. Ya ku metneke ku ew darên hezar salî yên li Kerboranê bi bîr dianîn, çawa ciwan wan diparêzin, ew xelkê diparêzin û herî dawî dibin darbest jî. Ev performansa çalakiyê ya li Operaya Parîsê hatibû kirin.

Hunermend çalakger in jî

Juan-Golan Elîbeg rexneyê li xwe, Kurdistaniyan û hawîrdorparêzan digire ku zûtir dest bi çalakiyan nekirine, û avakirina bendavê bi xwe nekarîne asteng bikin. Lê ew li gotinên xwe temam dike: “Ez ê dev ji çalakiyan bernedim, av jî bide ser Heskîfê.”

Di Compagnie Bien à vous Armanç Kerborani de Juan-Golan Elibeg (Şanoger, hunermendê performansê) Aurélie Gerardin (body-painting) Thomas Sino-rieux (çalakger), Antoine Heraly (kameraman) û Simon Guelat (Şanoger û kameraman).

Lê weke çalakiya çarşema bihurî hin kesên din jî destekê didinê, weke derhênerên tesadufî diçin Batmanê, dibin heyranê Heskîfê û dest bi çalakgeriyê dikin, gava wî xwe bi deriyê avahiyê ve girêda, wan belavok belav kirin û dîmen girtin. Ew dibêje, ew hunermend in, lê çalakiyên bi vî rengî û helwêstên siyasî ji bo jiyana xelkê ji bo wan ji erkên hunermendan in. Ji bilî Heskîfê, ew ji bo balê bikişînin ser meseleya penaberan jî bi çalakiyên xwe performansê bike.

Heta dawiyê berxwedan

Gelo wê çalakî wê dewam bikin? Juan-Golan Elîbeg dibêje erê, ya bê jî îro ye nava Louvreê ye, hem jî li cihekî ku balê gelekî bikişîne. Ji me re navê holê dibêje, û em dizanin ev hol ew hol e ku herî zêde mêvan diçin serdana wê. Ji bo London û Viyanayê jî wê çalakî hebin. Ew li ser navê koma xwe jî bang li Kurdistaniyan, hawîrdorparêzan û mirovan hemûyan dike ku heta dawiyê li ber xwe bidin, her wiha ji bo parastina Heskîfê jî.