Ev hefte ji Kurdistaniyan re hefteya dilxweşî û serbilindiyê bû. Ji ber ku di nav yek hefteyê de li du beşên welêt hilbijartin pêk hatin û serketî bi encam bûn. Vê yekê Kurd nêzîkî hev kirin û hestên hevgirtinê xurt kirin. Baweriya bi serketinê xurt kir û pêlên dilxweşiyê di dilê Kurdan de bilind kirin. Ev rastiya Kurdan a herî girîng e. Ez bawer dikim ku divê her Kurd li ser vê rastiyê bisekine û serê xwe pê biêşîne. 

Ji bo wê divê em hemû bi hev re bibêjin, gelî siyasetvan, hunermend, ronakbîr, zane û hemû Kurdistaniyên birûmet, hûn bi pîroziya şahîdan bikin, gav bi gav nêzîkî hev bibin. Bi çavên welatîyên welatekî li hev binihêrin û destên xwe bikin nav destên hev. Li dijî dagirkeran mil bi mil şer bikin. Bila dilên we bi hev re lêxin û bi hev re ber bi armanca pîroz ve bimeşin. Ev roj ji rojên berê cuda ne. Li başûrê welêt gel biryara xwe da û got, serxwebûn û li rojava yê welêt gel got, federalî. Vêca dora hêzên siyasî ye. Ez hêvî dikim ku vê daxwaza gel ji payîzên nayê re nehêlin û genî nekin. Ji bo ku ev daxwaza gel a pîroz ji demsalên nediyar re nemîne. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gaziyeke watedar kir, wisa dibêje:  

“Dem dema avakirina artêşeke hevbeş a Kurdistanî ye! 

Welatê me Kurdistan, tekane cih e ku ji çar aliyan ve ketiye nav agirbarana dagirkeriyê. Kurdistan, her weha tekane cih e ku lê, bi dehan komên çete û terorîstên ne nîzamî, di bin navê cuda de, li dijî xebata azadîxwaz a wê hatine avakirin. Welatê me, tekane welat e jî ku bûye hedefa kevneperestiyeke mezhebî û hovîtiya dagirkeriyê. 

Xebat û têkoşîna me Kurdistaniyan a li dijî dewletên Iraq, Îran, Sûriye û Turkiyeyê, cihê şanazî û serbilindiya me ye. Lê êdî li ser hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistanî ferz e ku gelek kêmtir bi hizra partîgerî, herêmgerî û demkî tevbigerin. Hizra me, divê Kurdistanî, seranserî û stratejîk be. 

Êrîşên dagirkeran ên li dijî gelê me, ti sînorên cîrantî, dîrokî, exlaqî, dîplomasî û siyasî nas nakin. Armanca wan, jinavbirina navê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de ye. Lewra, divê em Kurdistanî, yekdeng û yekcebhe, li hember dagirkeran rawestin. 

Ji bo em karibin desketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê biparêzin, û her weha rê li êrişên hovane yên dagirkeran li dijî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bigirin, divê em di zûtirîn dem de, artêşeke hevbeş a Kurdistanî ava bikin, ku sînorên partîgerî, herêmgerî û parçegeriyê bişkînê. 

Di rastiyê de, dagirker neçar in, yek in. Em hemî dizanin û dibînin; dema ew dixwazin çavê gelê Kurd bişkînin û êrişî Kurdistanê dikin, nabêjin ev parçe, yan ew parçe. Ji bo wan, ferqa Behdînan, Soran, Germiyan, Botan, Şikak, Hewraman, Yarsan, Êzdî, Elewî, sosyalîst, lîberal û her wekî din nîne. Ew li dijî hemû gelê Kurdistanê ne û dixwazin axa Kurdistanê, bi dagirkerî di destê xwe de bihêlin. 

Bersiva rast a Kurdistaniyan jî divê tenê ev be: Dagirker ji axa Kurdistanê derkevin! 

Hewldana Kurdistaniyan a ji bo damezrandina sîstemeke demokratîk, laîk-sekular, pirreng û pêşketî, hemû kevneperestên herêmê hejandine. Wan ji zû ve biryara xwe daye ku bi her awayî, li dijî serxwebûn û hemû mafê xelkê Kurdistanê û mafê wan ê çarenûsî bin. Divê em Kurdistanî jî di heman astê de bersiva wan bidin. 

Ew jî, bi yekkirina hêza parastinê ya Kurdistanê, avakirina artêşeke hevgirtî, sazkirina fermandariyeke parastinê ya hevbeş, û bi vî awayî; sûdgirtina ji zîrekî û hêza gelê me ku her dem, bi sedhezaran ciwanên wî, keç û jinên wî yên serbilind û berxwedêr amade ne, fedayîyane di sengerên şer de parastina axa xwe bikin. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji hemû takekesên Kurd dixwaze, bi vê hestê tevbigerin, di nav xwe de aram û çêker bin, diyalogeke niştimanî û zimanekî siyasî yê cidî bi kar bînin û derfetê nedin ku dem û hêza me ya niştimanî, bi nîqaş û rojevên bêwate pûç bibe. Divê em rêzê li hemû têkoşer û şêwazên hevûdu yên têkoşînê bigirin. Kurdistan welatê me hemûyan e! 

Li ser vî esasî, em dixwazin; hûn hemî daxwaza damezrandina artêş û fermandariyeke hevbeş a Kurdistanî bikin û vê daxwazê bixin rojeva xwe. Temenê dagirkeriyê li Kurdistanê ber bi kurtbûnê ve diçe. Em ê bi artêşeke hevbeş û hevgirtî karibin dagirkeran bişkînin û cîhan jî rêza ku gelê me layîqî ye, wê nîşan bide.” 

Bi van nêrînên zêrîn re jî gelek gelac û Beko Ewanên ku nanê xwe ji dubendiya hêzên Kurdistanê dixwin jî hene. Bi dilxweşî û serketinên Kurdistanê xwe weke dilxweşan nîşan didin. Lê di rastiyê de ji ber nêzîkbûna hêzên Kurdistanî dilê wan digirî. Ez hêvî ji hêzên Kurdistanî dikim ku hê pirtir dilên Beko Ewanên nûjen û kevn bigirînin. Nehêlin ku bi bêtifaqiya hêzên Kurdistanî dilxweş bibin. Li Beko Ewanên ku berê Kurdan didin hev, hişyar bin.