Di darbeya leşkerî de 300 mirov bi şik û guman hatin kuştin. 650 hezar mirov hatin binçavkirin. 571 kes rastî cezayê darvekirinê hatin. Milyonek û 683 kes hatin deqkirin. Gelek rojname hatin girtin. Îşkenceya herî giran û hovane li ser mirovan hate meşandin.
Li girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê jî bi hezaran Kurd rastî îşkecê û lêdanê hatin. Zilm û zordariya herî mezin pêk hat. Diranê mirovan hate rakişandin. Neynûkê mirov hate kişandin. Çermê mirov hate birîn. Pîsî bi mirovan dane xwarin. Xwê xistin birînên mirovan û xwestin ku rûmeta wan û vîna wan binpê bikin. Lê li gel vê yekê Wekî Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtaş û hevalên xwe, Kemal Pîr û hevhevalên xwe serî li hemberî vê zilmê serî danenîn û di ber xwe dan. Bi berxwedanên xwe û çalakiyên xwe dawî li vê zilm û zordariyê anîn. Kesên bi bedena xwe ev zilm şikandin û dawî li jiyana xwe anîn, bûn dîrok û di hiş û dilan de bi cih bûn, kesên ku ketin ber pêlê hovîtiya Zindana Amedê û filitîn jî şahid û mexdûrê vê zilmê hêj her roj zindî zindî tev li vê birînê dijîn.
Yek ji ji mexdûr û şahida vê zilmê Rahime Kesîcî ya ji Sêweregê ye. Rahîme Kesîcî ku ji Sîweregê ye dema ket ber pêlê darbeya leşkerî û li zintana Amedê hate girtin 21 salî bû û xwendekê pola 4’an a Zanîngeha Dîcleyê bû.
Li zanîngehê di serdegirtina kampusê de hate binçavkirin. Kesîcî li gel sedan hevalê xwe yê zanîngehê hate binçavkirin. Kesîcî, ji destpêka binçavkirina xwe heta serbest hate berdan serpêhatiyê xwe anî ziman û hovîtiya wê demê bi ajansa me DÎHA’yê re parve kir. Kezîcî anî ziman ku wê demê di rêveberiya Komeleya Jinên Demokrat a Zanîngeha Dîcleyê (DDKD) de cih digirt û wiha got: “Wê demê komeleyê xwendin û nivîsnadin fêrî kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû dikir. Her wiha kesên ku amadekariya zanîngehê dikirin em ji wan re dibûn alîkar. Piştî ku ez hatin binçavkirin ez 45 rojan di bin çavan de mam.”

‘45 rojan di bin çavan de
 çavê me girtî ma’
Kesîcî, bal kişand ser 45 rojên ku di bin çavan de derbas kir û destnîşan kir ku 45 rojan di bin çavan de ma û 45 rojan çavê wê wê girêdayî ma. Kesîcî, bal kişand ser îşkenceya di bin çavan de û wiha got: “Elektirîk tan serê tiliyê me. Em xistin feleqeyê. Bin piyê birîn kirin û em li ser xwe dan meşandin. Dest tacîzî me dikirin. Bi kuştina dê û bavê me gef li me dixwarin. Em rojê carekê derdixistin tuwaletê. Dema em diçûn tuwaletê jî di bin çopê leşkeran de em diçûn.”
Kesîcî, bilêv kir ku polîsên jin jî wekî polîsên zilam îşkence bi wê kir û neheqî li wê kir û ev yek bi wê pir sosret hat. Kecîsî, destnişan kir ku ev yek li dijî ruhê jinê û dayikê ye û jinên bi vî rengî nikarin dayiktiyê bikin û ji zarokên xwe hes bikin. Kesîcî, bilêv kir ku porê wan jê dikir û dixwestin ku rûmeta wan têxin bin pîyan û wiha berdewam kir: “Laçikên dayikên mezin ji serê wan dikirin û servekiri dihiştin. Êrîşî hemû nirxên civakê û jnê dikirin. Li gel îşkenceya fîzîkî îşknceya psikolojîk ku rûmeta mirovan û vîna mirovan bişîne zêde dikirin. Hemû dîwarên hucreyan bi xwînê û boyayên cuda reng kiribûn. Wêneyên alên Tirkiye, gotinên qirêj ku rûmetê dişkîne nivîsandibûn. Ji bo ku derûniya mirovan xera bike her tişt dikirin. Di nava liv û tevgerên pir cuda de bûn. Xwarina ku ji mere dihat dixistin xwarê qirêj dikirin û didan me. Hin caran pîvaz û zeytûn ji bo mexwarina herî hêja bû.

‘Bawerî û biryara me
 em li ser piyan hiştin’
Kesîcî, destnîşan kir ku di bin çavan de îşkenceyên fîzîkî û derûnî yên herî giran dîtin û ji ber ku baweriya wan û biryara wan zêde bûn li hemberî vê tundiya hovane bi ser ketin. Kecîcî, bilev kir ku bi piranî li erdê radizan û di demsala zivistanê de tenê bi bataniyekê radizan. Kesîcî, daxuyand ku ij ber baweriya wan pir zêde bû û xeyalên wan gelek xurt bûn îşkence vala derxistin. Kesîcî, bilêv kir ku pergalê herî zêde dixwestin ku wan tasfiye bibin û bikin perçeyekî pergalê û wan ji doza wan poşman bikin û wiha pêde çû: “Pergal di armanc û daxwaza xwe de bi ser neketin. Ji ber ku em teslîm nebûn û poşman nebûn. Wan xwest ku vîna me bişkîne û em poşman bibin. Lê têkoşîna me ev daxwaza wan vala derxist.”

Kesîcî, bibîrxist ku pergalê nirxên civakê û pîvanên feodaliyê li pêş wan dikir amûr û bi rêbazên ku karibin jinê di nava civakê de bixin û bê rûmet û vîn bihêlin êrîşî jinê dikirin.

DÎHA/AMED 




‘Îşkence li salonên dadgehê jî didomiya’

Parêzer Fethî Gumuş ku dema darbeya 12’ê Îlonê de li herêmê ku di bin dorpêça darazê de maye parêzertiya mirovan dikir wehşeta ku wê demê bûye şahid vegot. Gumuş diyar kir ku kesên ku dihatin darizandin destên wan li paş wan dihatin girêdan, bi wî rengî li erde dihatin rûniştandin, di danişînên ku tevahî rojê berdewam dikir de ji ber ku qedexe bû girtî nedikarîn rabin ser piyan û tu pêdiviyên wan nedihat bicihanîn hin caran binê xwe şil dikirin.
 Gumuş, anî ziman ku hiqûq û zagon di destê feman,daran de bû û ji ber ku hiqûq ji destê darazê hatibû derxistin wê demê wekî hiqûqvanekî nikaribû tiştek bikira.
Gumus, diyar kir ku hakîmê hiquqê yê Amedê a sîstema leşkerê Fermandarê Kolordu yê bû û wiha axivî: “Hiquq bi temamî li wir dihat organîzê kirin. Hakîm û dozger dem dem dibirin Fermandariya Kolordu û brîfing didan wan. Di milê ew ê hiquqê çawa kar bînin brîfîng didan wan. Lewra sîstem xwe li dadgeh, girtîgeh û derva nîşan dida. Rêbazek sîstemê hebû. Girtiyan sibê heta êvarî bi salona rûnistinê de dest wan paşda giredarî dihatin rûniştandin. Ev jî sîstemîk. Li dijî sîstemê rûniştandin qedexe bû. Kesên di rûniştinê mecburiyata tenê li çavê serokê dadgehê binere hebû. Ji xeynî vê li derêkê mezekirin qedexe bû û cezayê we giran bû. Rûniştinan heta şevê didomiya. Gotina hewcetiya xwe ya tuwaletê qedexe kirin bû û sedema ceza xarinê bû. Min gelek caran dît dema hin mirov radibûn bin xwe şil kiribûn.”
Gumuş, diyar kir ku hevdîtina bi yên binçav re deqeyek derbas ne dibû û di hundir wê demê de jî bi girtî re ne îddîayên li dijî wî û ne jî alî parastinê karibûn fêmkirin bidana. Gumuş, dest nîşan kir ku tenê karibû ji girtî pirsên “çawayî?”, “başî?” bikira û ew pirsana jî weke ji bo rewşa girtî fêm bike pirs dikirin. Gumuş, da zanîn ku bi pêlêkirina piyê girtî hevdîtin diqediya û wiha axifî: “Di navbera 1980 û 1984’an de Esat Oktay Yildiran vahşet dimeşand. Di wê demê de 42 kes hatin kuştin. Ew lêdana wê demê mîrov nikare bîne ziman. Ez jî 57 rojan di lêdana Esat Oktay Yildiran de mam. Tiştekî bala min kişand. Girtiyan ne dixwast ji binçav derên û herin girtigeha Amedê. Zanibûn ku li girtigehê 10 qat zêde lêdan hebû.”
Gumuş, bal kişand ser encamên dozên ku li Dadgeha Leşkerî ya Amedê dihatin dîtin û destnîşan kir ku doz bi tevahî bi cezayê giran bi encam dibûn. Gumuş, wiha axifî: “ Di dozên PKK’ê de 60-70 îdam derket. Tenê doza “ PKK’e ya Merdîn” de 64 îdam derketin. Zêdeyî ew cezayên giran ji Dadgeha Bilind a Leşkerî paş ve vedigeriyan û bi beraatê encam dibûn.”


METÎN ÎNAN - DÎHA-AMED