Di hefteya borî 8 gardiyanên Girtîgeha Tîpa F a bi Jimareya 2 ya Tekîrdaxê, îşkence li nivîskar Mehmet Guneş kiribûn. Guneş bi riya parêzerên xwe dabû diyarkirin ku tu ewlehiya cane wî nemaye. Piştî nûçeya ANF’ê ya der barê vê mijarê de, Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu pêşniyarpirsekê da Meclîsê.
Di pêşniyarpirsa ku Kurkçu bi daxwaza Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bibersivîne, daye Meclîsê de van pirsan dipirse:
-  Gelo nêrîna parêzerên Mehmet Guneş jî hatiye girtin û lêkolîneke berfireh hatiye kirin?
-  Gelo ji bo îdîaya îşkenceyê tiştek hatiye kirn an jî cezayek hatiye dayîn? Ger hatibe kirin, çi ye?
-  Gelo nasnameya gardiyanên ku bi awayeke fîzîkî êrişê girtî kirine hatine tesbîtkirin? Gelo der barê wan de tiştek hatiye kirin? Ger hatibe kirin jî çi ye? Ger nehatibe kirin jî, çima nehatiye kirin?
-  Gelo kesê ku gardiyana bang lê dikir û jêre digotin “Midûr” kî ye? Gel der barê vî kesî de tiştên pêwîst hatine kirin? Gelo çi hatiye kirin?
-  Gelo girtiyê bi navê Mehmet Guneş çima di girtîgeha takekesî de ye?

-  Gelo sedemeke hiqûqî yê nedayîna derfetê paqiyê û nedana kovar, rojame û pirtûkan bo Mehmet Guneş heye? Gelo ger nebe, çima ev pêkanînên keyfî pêk tên? 

ANF/ENQERE