Piraniya olan di nava civakên kevnar ên girtî û tundraw de derketine. Şert û şirûtên wê dema afirandina olê gelek teng, hê piraniya fenomenên xwezayî nehatine fêmkirin, wek razên xwedeyî tên dîtin, pêşketina civakê gelek bi sînor e. Lema têgihîştina olan jî li gor civeka demjiyana afirandina xwe teşe girtine. Ew normên wê demê, yan jî kirasê wê demê hatiye dirûtin li civaka vê dema me ya di her warî de pêşketî, teknîk derxistiye qada herî berz, êdî berê xwe daye dagirkirina gerstêrkên ku wê demê wek nîşana xweda dihatin fêmkirin, nayê. Lema di her warî de bi pêşketina civakê re ketiye nav nakokiyan û civakê difetisîne.
Cîhê xiristiyanî ji nav derketî li gor hin jêderkên olên din gelek pêşketîtir e. Cihûyên wek kole biribûn Mezopotamyaya ku lê çand û zanistî pêşketîtir bû, ji gelek azmûnên mezopotamyayê sûd wergirtine, piraniya wan anîne û ji xwe re kirine mal. Wek mînak mijara „Baxê Îrem, Adem, Nûh“ îro hatiye îspatkirin ku rasterast ji tabletên Somerî hatine wergirtin. Lê ew civak jî li gor dema me civakeke kevnar e, têgîhîştinên civakî û mirovî li wê jî bi sînor e. Xiristiyanîya di nava wan de derket, di nava împaratoriya Romayê de kemilî, di encamê de tevahiya împaratoriyê xistin bin fermana xwe. Kîlîsa katolîk bi taybetî di sedsala 16. 17 an de kuştin û tunekirina endamên baweriyên din, talankirina heyiyên wan helal kirin, tapû û kilîtên bihuştê difirotên. Mirov di cendereyên êşkence û kuştinan de fetisandin.
Di wê demê de gel bêzar bûbû, bi dizî jî ba, hawar û nîqaşên guhertina rewşê bilind bûbû. Di nava wê rewşa aloz de Teologê alman Martîn Luther mirina xwe girt ber çavên xwe û bi awayekî zanistî ferzên bexşîner û rehma xwedê, toleransa hev hewandina di nava încîlê de derxist pêş. Bi şêweyeke zelel paşverûtî, tundxwarî, talan, xwînxwarî û kujeriya katolîkan mehkûm kir. Bi wê awayê zanayî û wêrekiya xwe rêya reforma di nava xiristiyaniyê de vekir. Di saya wî de îro di nava cemaweriya xiristiyanan de formeke hevtêgihîştinê afiriye.
Dema mirov di vê çarçoveyê de li ola îslamê binêre, dibîne ku îslam di nava civakeke hê paşverûtir, girtîtir û tundrawê zir de derketiye. Lema jî di dîroka îslam û ereban de ji vê demê re dema cahîlîye tê gotin. Gava mirov di ronahiya vê rastiyê de binêre, bi hêsanî rastiya wê demê û hin ayetan wê demê hatine û hê di Quranê de hene, dibîne. Baş tê zanîn ku hin ayet û sûre li gor pêdiviya wê dema, yan jî ji bo wêrekî û xurtkirina hêza îslamê ya wê demê hatine formûle kirin. Di şiroveyên gelek zanyarên îslamê de zelal dibe ku bi sûre û ayetên dûre hatine re, hukmê wan ayetên li gor wê dema xwe ya gotinê hatine betalkirin.
Ew wehşeta deme Omer bîn Xatap û ew cinawiriya xiristiyanên katolîk yên di navbera sedsalên 16. û 17. de wek karesetekê daketibû ser Ewropayê, îro bi destê DAIŞê li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Hemû paşverûtiya di nava îslamê de jî, bê navber hêz û piştgirî dide vê kareseta mejiyê mirovan dide rawestandin. Divê hemû îslam vê baş bizanin ku ev cinawiriya wan berê her tiştî navê îslamê xira dike, îmaja îslamê reş dike. Di rûyê wan de êdî her kes peyvên îslam û wehşetê bi hev re bikartîne. Divê alimên îslamê yên vê rastiyê dibînin, li hev bicivin, bi wêrekî û pêşdîtina Martîn Luther, sûre û ayetên bexşîner û rehma xwedê, toleransa û hev hewandina di nava ayet û sureyên Quranê de derxin pêş, bi wê awayî rêya reformê vekin.
Bêguman ji ber rewşa civaka islamê ku di nav atmosfera paşverû û tundraweke zir de hatiye girtin, di mijara reformê de wê wêrekiya dilpola, gorî û fedekariya pir mezin bixwaze. Ji bo Martûn Luther jî ne hêsan bû, bi mîlyonan alîgirên wî hatin kuştin. Lê, wê encam, tenê serkeftina baweriyê be. Eger îslam serî li reforman nedin, dê ewê xwe bi xwe xwe têk bibin, ji ber ku her kes xwe rast dibîne, bikaranîna hin ayetan wek mafê xwe dibîne. Gava laş xwe bi xwe xwe bixwe, laş têk diçe. Zirarê tenê nade xwe, hawîrdor û kêmaran jî bi xwe re dirizîne û têk dibe. Hêviya me ew e ku berê têkçûna vê baweriyê rêya reforman vebe.
Îslam û reform
Bêguman di nava civaka ku di rewşeke gelek paşverû de hatiye girtin, mejî lê hatiye kilîtkirin, çavên dibîne hatiye korkirin de peyva reformê jî wek kafirtî tê fêmkirin de behsa reformê kirin gelek dijwar e. Yan jî dibe wekî xewneroşk were dîtin. Çi dibêjin „Herfê Quranê nayê guhertin!“ Lê ez ji reformê ne guhertina herfên Quranê û ayetên wê, guhertina fêmdariya demê û bi nû ve şirovekirin rastiya wê têdigihîjim.