Baş tê zanîn, li pey ku Tirkan mijareya xenîmet û cihadê ji îslamê wergirtin, ev li gor aboriya xwe ya li ser talanê bi nû ve şirove kirin û ji xwe re kirin îdeolojî, hê di Anatolyayêde bi cih bûn û dest bi dagirkirina bajar û welatan kirin.
Li pey ku wan bi kotekê xîlafetî jî anîn Stembolê û ew li gor pêdivî û rengê xwe guhezandin Şeyh-ûl Îslama osmanî, êdî her fetwa li gor berjewendiyên xwe dan derxistin. Wek mînak ji bo bekaya saltanatê qetilkirina birayên padîşahan. Dada wê demê jî di destê kadiyan de bû. Saziya kadîtîyê jî ne bi dadwerî tenê li gor berjewendiyê saltanat, beg û beylerbeyîyan dihat bikaranîn. Ev mijareya cezaya bê dad ya „çil hêştir, yan çil satir“ ji wê demê maye. Van îslamîstan dada îro jî kirine wê rewşê.
Wê demê Şeyh-ul Îslam rewşeke wisa afirandine, di meha Remezanê ya sala1655 de jî (ew sal jî remezan di meha Tirmehê de bû) ku di baweriya îslamî de meha herî pîroz e, ji bo pêşeroja saltanata osmaniyan xwîn rijandin, mirovên bêguneh qetilkirin, wek erkekê îslamê nîşan dane. Ev çavên miriyan derxistin, serê wan jêkirin bi kurtî bi laşê miriya lîstin, ta ji îslamiyeta wan ya wê demê maye.Niha jî yên serê miriyan jêdikin, dîsa îslamîstên wan in. Ew vê qaşo bi navê xwedê dikin.
Evliya çelebî wiha dinivîse: „Şeyh-ul Îslamê çar mezheban fetwa da, meleyê Wanê... Got; bila artêş şûrê xîretê girêde, bi navê Xwedê serên wan eşqiyayên li wir jêkin, bi wî awayî duayê me û padîşah bistînin!“ Bala xwe bidinê; niha jî ji devê serokwezîrê qaşo îslam û şeyhul îslamê Tirkan Fetullah tenê gotinên rijandina xwînê û xwastina serê mirovan yên jêkirî derdikevin. Nizanim; me ew qas kuşt, emê bikujin ûhwd.
Kujeriya xiristiyan, kûrdên êzidî û serhildêrên Kurdan bi tevahî bi fermanên wî Şeyh-ul Îslamê wan derketiye. Qetliamê elewiyan jî bi destên yênîçeriyên bektaşî dihate pêkanîn. Yanê ew erk wek erkekê biryar û fetwaya kuştinê derxistinê hatiye bikaranîn.
Hin niviskarên Tirk yên wek Ahmet Altan îdîa dikin ku di dema kemalîstan de îslamîst jî dihatin çewisandin. Lê ev ne rast e. Tenê şex û melayên Kurd hatine qetilkirin, avêtine zîndanan. Wan îslamîstên xwe di bin perê diyanetê de civandin, di warê îstîkbaratê de bikaranîn. Hemû êşkencekar îslamîst bûn, ji ber ku bi navê Xwedê dikirin, li wan wîjdan û merhemet tunebû. Lema êşkencekar û bênamûsan bi payeyê erkên bilind xelat dikin.  Li ba wan gorî jî tim tên cezakirin.
Dema serkariya kemalîst dît ku dewlet bi tevahî ketiye xeterê; ji bo xapandinê û bikanin pêşî li ruxandinê bigirin, li gel bi derew û viran manîpûlekirina rastiyan, qetliamên mezin pêkbînin, îslamîstên xwe yên minafiq ên bêîman derxistin pêş. Bê vê di nava wê dewletê de tu guhertineke din tune.
Baş tê zanîn ku Fetullah di nava îstîxbarat û leşkeriya Tirk a kemalîst de hate bi cihkirin û perwerde kirin, bi destê dewletê birêkxistiniya wî hate organîze û berfireh kirin. Fetullah di dema leşkeriya xwe de digeriya û qaşo wehiz dida. Ev bi dizî jî ne, bi aşîkarî dihat kirin.
Dîsa baş tê zanîn ku di salên heftêyî de di bin navê akinciyan de birêkxistiniyekê derxistibûn, wan jî faşîstên di bin navên ulkucuyan de zêdetir êrişê tevgera Kurd dikirin. Li gel wê Yektiya xwendekarên netewî yên Tirk (Turk milli talabe bîrlîgî) bi giranî ji akinciyan pêk dihat. Recep Tayîp Erdogan , A. Gul û piraniya serkariya niha di wê demê de di nava wan de ji bo vê rojê hatin amadekirin. Ango bi dîtina min gotina Ahmet Altan ya « mislimanê Tirk jî wek elewî û Kurdan dihatin çewisandin » ne tenê derew e, xapandineke bi dêlî ye.
Dewleta osmanî tu carî bi çaveke dostî, yan jî hevalbendî û hevkariyê li mîrîtiyên Kurdan nenêriye. Tim di çarçoveya xizmetkar û qûlên xwe de li wan nêrîye û ew bikaranîne. Dema li berjewendiyên wan jî nehatiye, hêrişê mîrîtiyan kirine û ew di kujeriyê re derbaz kirine.
Bala xwe bidinê; niha jî bi wê çavî nêzîkê başûrê Kurdistanê û hin partiyan dibin, û kesayetiyên qaşo di nava Kurdan de bi nav û deng in, bi wê nîyetê bikartînin. Leme dixebitin ku bikanin BDP ê jî têkin nava wê çarçoveyî. Hêrsa wan a li dij PYD ê jî ji vê armanca wan ê. Lewre nikanin van partiyan bikarbînin. Lîstika osmanî vala hatiye derxistin.
Karekterên îslamîstên Tirk wiha ye; ji biyaniya girtin ji bo xwe bikaranîn, her rûdan û hêzî di xizmeta xwe de dîtin, xapandin, sextekarî û derew e. Bala xwe bidinê Serokwezîr û wezîrên wî derew li ser derewî dikin. Dema ji wan re hûn derewan dikin tê gotin jî, çawa ku deng neçin wan. Ji ber ku ew xwedanê karekterên wisa xirab in ku tu car bi wan re rûniştin û bi tevê wan hin pirsgirêkan çareserkirin jî ne gengaz e. Hetanê ku ew serkariya faşîzma kesk hilneweşe jî, wê çareserî gelek dijwar be.