Carna serenav tenê baneşan yan jî pirsekê be, dikane bibe kilîta vekirina deriyên gelek kêşe û pirsgirêkan. Dema mirov dîrokê ji roja têkiliyê Kurdan û Tirkan li Milazgirê destpêkirî, hetanê vê roja me lêdikole, bi hêsanî dibîne ku îslamîst û serkarên Tirkan bi çi nîyet û dilî nêzîkê me Kurdan bûne û bi çi niyetî qaşo ji Kurdên hez kirine û dikin.
Tirkên li Asyayê birçî mabûn, îraniyên Rojhilatî (di bin navê Tirkmenan de) dabûn pêşiya xwe û berê xwe dabûn Anatolyayê. Ji ber ku Kurdan wê demî ji destê împaratoriya Roma (dû re bizansî) pir kişandibûn bi tevê gelên din gihîştibûn alîkariya Tirkan. Tirkan ta wê demê şerwanî, dilsozî (lê ne ji xwe re) û cengaweriya Kurdan dîtibûn. Lema li aliyekî ji bo ku Kurd li hemberê wan nebe hêz, çi ji destên wan hatin, (wek fesdiyên di nav eşîr û mîran de) kirin. Li aliyê din xebitîn ku wan di xizmeta xwe de bigirin. Ango ta ji wê demê ve bi çavên xulamtiyê li Kurdan nêrîne, bi niyeta xizmetê bi xwe ve girêdane û wek amûrekê bikaranîne.
Dema Yavuz Selim bi Şah Îsmaîl re dest bi şer kir jî, dîsa hin mîrên Kurd ên sûnî bi aliyê xwe ve kişandibû û li pey jî fermanname îmza kiribû û dabû Îdrîsî Betlîsî, lê di heman demê de jî li Mûşê kaniyekê dabû çêkirin û li ser wê dabû nivisandin ku „Xwedê rê nede Kurdan û ço li ser serê Kurdan ranebe!“ Ango Kurdên di xizmeta wan de ê ezbenî re erê, lê ji Kurdîn ji bo yektî û azadiya Kurdan dixebitîn re jî na gotine. Li gel wê, ji bo parçekirina gelê Kurd, çeka mezhebî ya wek Elewîtî û sûnitî bikaranîn. Ango li aliyekî bi sedhezaran Kurdên elewî qetil kir, lê di heman demê de fermannameyên daxwaziyê îmzakir û da şêxê Kurdên sûnî Îdrîsî Betlisî.
Dema mirov li rewşa sedsala nozdehan û bîstan dinêre dibîne ku heman kemîn di vê demê de jî heye. Li aliyekî Kurdên ji bo azadiyê radibin ser pêyan bi xwînxwarî qetildikirin. Li aliyê din jî çawa Garo Sosûnî jî nivisiye, xebitîne ku Kurdan di bin „kurkê kesk“ de ji bo xizmeta xwe birêkbixin û bi xwe ve girê bidin. Ku baş tê zanîn mîlîsên bi navê „Alayên Hemidiye“ di vê demê de hatiye afirandin, di qetliama gelan de dane bikaranîn.
Mustefa Kemal jî heman tişt kiriye, yanê çendbare kirina dîrokê. Dema wan serhildana Ṣêx Seid di nava xwînê de difetisandin, bi dehan şêx û begên Kurdan jî kişandibûn ba xwe. Heman tiştî di dema qetliama Dêrsimê de jî kiribûn, hin kes û eşîr kiribûn xizmeta xwe, li gel wê jî, dersimiyên xwediyê şeref û bi anor jî qetil dikirin.  Fetullah û Erdogan jî li gor vê mêjiyê serkariya Tirk ya dîrokî nêzîkê Kurdan bûne û dibin. Ew dixwazin Kurdan tenê wek alavekê ji bo hedef û armancên xwe bikarbînin. Yan jî ew, Kurdên bê kesayetî yên wek koleyên li gor fîtika wan direqisin, dixwazin. Ji bo vê jî, çi ji destên wan tên dikin..” Heta hin kesên berê qaşo pêşengên hin partiyên Kurd bûn, lê xwediyê kesayetiyên xwenezanên xesîs ên ku li ser rikên xwe yên nexweş ên bi awayekî kronîk di giyana wan de rûniştî, direqisin jî, bikartînin.
Peyayê bi fermana Erdogan ji hemû erkên di nava AKPê de hatî dûrxistin  M. Mîr Dengîr Firat di hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê de bi zelal dibêje; “Dewlet û serkariya AKPê hê Kurdan wek hemwelatî jî napejirîne, tenê wek tebaa (qulên xulam) dibîne.” Rastî were pirsîn parlementerên xwe yên nijadKurd jî cidî nagirin, dema bikaranînê bikartînin, gava pêdivî bi wan jî nema, pîhn lêdixin, virdikin û davêjin. Ji xwe Fetullah bi aşîkarî diferme, “Kurdên ku koletiya me napejirînin û biatê me nekin, bikujin, bisojîn û têk bibin.”
Mirov dikane wek encam bibêje: mantiqê van roviyên tûle, yên sentêza Tirk-îslam tenê dikane Kurdên di forma caşitiyê de û guraniyeke bê kesayetî ji bo bikaranînê bipejirînin.
Ew niha di wê baweriyê de ne ku wan dîsa firsendeke dîrokî bi destxistine, dê ew ê bikanin piraniya Kurdan têkin xizmeta xwe, li hespên “akinciyên asyayî” (barbar û nemirovên asyayî) siwar bin û împaratoriya osmanî bi şûn ve bînin.
Ango nêzîkatiya wan ne hevaltî, ne dostî, ne mirovî û ne jî îslamî ye. Tenê ew bi rovîtî li caş û xizmetkaran digerin. Vê jî baş dizanin, hetanê ku piraniya Kurdan nekin xizmeta xwe û berxwedana Kurdan jî neşikênin, dê nikanibin bigihîjin armancîn xwe. Hezkirina wan wek rondik rijandina tîmsahan, wek marê zuhar ê ku xwe li goriyên xwe dipiçikîne ye. Ev rastî di nava dîrokê de veşartiye. Divê em nekevin vê dafika sextekariyê. Êdî bes e!