Di van rojên ku Xelîfe Erdogan Îslam-î Esasiye ilan kir de, Abd-ul Gen. Ozelê Kîmyewî li naqosên şer dide.

Xwedanê Kanun-î Esasiye-Pakêta Ewlekariyê derxistin, dîtin ku gel naxape. Xelîfe Erodgan, Qur’ana Pîroz hilda hewayê. Ev tê wateya ku bi xwînê re ol jî bû hamaseta Erdogan. Îslamîzasyon!...

Balkêş e, dema Mele Mihyedin li Amedê Qur’ana pîroz kire stuwê xwe, dozgerên komarê lêkolîn dane dest pê kirin. 

Ev mijarek romanê ye. Lê dive di çarçoveya otobiyografîk de werê nivîsandin. Divê navê romanê  jî ”Telaq-î Selasiye” be. Ji ber ku AKP bê Erdogan tê xwestin û gel jî wê di 7’ê Hezîranê de 3 kevirên telaqê bi hejmêrê kefa destê AKP’ê. Êêêê, temenê Erdogan jî heta 7’ê Hezîranê ye.

Îdeolojiya spî li Tirkiyê bi nave “komarê”  welat û gel talan kir;  Îslam-î Esassiye jî, dibin navê “komara olî” de welat û gel talan dike.  Berûwan yek darê ne û ev berû jî mîratzadeyê ecdadan e. Osmanizasyon!... 

Li Misirê, “Komara Îslamî” bi Mursî dest pê kir.Têk birin. Niha “Îslam-î Esasiya Erdogan” di rojevê de ye. Erdogan çiqasî Qur’ana pîroz hildê hewayê jî, nefesa wî têra gihiştina zanista Cenabê Zerdeşt nake.Ji ber ku ne xwedî hişmendiyek jeneratorî ye. Hêrs û asabiyeta wî, wî difetisîne.  Bi her axaftina li dijî Kurdan, li dijî pêvejoya demokratîk, hinekî din nêzîkî mirinê dibe.

Roj wê werê ku romana Îmralî, yan jî Bîrdoza Îmralî were nivîsandin. 5 Girtiyên li Îmralî têra xwe serwext bûne; yan jî Şandeya Îmralî dikarin vî karî bikin. Sirri Sureya Onder, xwedî hêza nivîsandina “waqanivîs”an e. Pêşniyaz dikim.

Erdogan, “teamuden” maseya pêvejoya çareseriyê kuşt.  Lê Kurdan got, “muxatabê me ne Erdogan, ne jî AKP’ê ye, dewlet e.” Erdogan jî AKP’ê jî îro hene, sibê nînin. 

Erdogan jî, zadeganên li dora Erdogan jî, pirranî Yalçin Akdogan, nikarin bêjin gotinên me di encama “patînajê”de ji devê me derketin. Bivir li lingê xwe dan. Bi gotineke din, “muntehîr-xwekuj” in.  Çardara desthilatdariya wan 7’ê Hezîranê ye. 

Sedem;  xayinên Kurdan ku “wek xencera di pişta Kurdan de” çend deh sal in di xwîna Kurdan de lîstikan dikin, di nava AKP’ê de hatine taltîf-xelatgîr kirin. Doh jî, îro jî, stûna operasyonên kuştina gayr-î nîzamî ne. 

Di şerê 40 salî de, xelekên zincîra xiyanetê gelekî dirêj e. Lê di vê şelîpana xiyanetê de, ne Kurd, AKP’ê û Erdogan têk çûn. Ji hev de dikevin, belkî berî 7’ê Hezîranê, belkî piştre. 

“Taaruz”ên Xelîfe Erdogan û Abd-ul Ozelê Kimyewî encama têkçûnê ne. Bi kar anîna Qur’anê, “ikrar-mikurhatin” û jargona dawî ye!... 

Sirr û raze dîrokî, gelekî veşartî namînin. Medya Teşkîlata Gulen jî, ya Erdogan jî, sirr û razên dîrokî eşkere dikin. Behsa dizî û talana midur, şêwirmendên hecî, hunerbazên bankametîk nakin, lê Kurdan, HDP’e û Harekata Azadiya Kurd dikine hedef. Medya brîfîngan bûne, “dergeh-î îfşa” yê.  Felsefeya tewekkulê!..

Medya duopolîst, rojnamevan û nivîskarên deregulasyonîst, parêzvaniya gel nakin, ya  Mehmet Agar û polîsên ku zarokan dikujin dikin.  Exlaq-i esasiye!... Bûhtir ji Xelîfe Erdogan û gen. Abd-ul Ozelê Kimyewî, borezantiya  Îslamîzasyon û Osmanîzasyonê dikin. 

Lê Hareketa Azadiya Kurd û Ocalan, riya sêyemîn vekirine. Ne laîktiya şerîata Tirkîtî, talan û dagirkerî, ne esasî Îslamiya  şerîata Tirkîtî, talan û dagirkerî. 

Ocalan gelek caran dibêje, “bêyî nivîsa rizgariyê, rizgarî çênabe.” Ev felsefeya demokrasiya rast e,  Ev hişmendiya jeneratorî ye, li dijî reşbîniya yekparêzî, û kîndariya faşîzma reş, ronahiyê diafirîne.