Yek ji portreyên Îsmaîl Çol Begê yên ku Gertrude Bellê sala 1909´an girtin, wê paşê bibûya kartpostal. Lê ew ne evê hanê ye. Di vî de Îsmaîl Begê ji bo sedana xwe ya 1908-1909´an a Qers û Qafqasyayê li Gurcistanê ye. Ev resmê paşê hatiye rengan din, gelek tiştan jî nîşanî me dide di biwara Mîrê Êzîdiyan de. Xencera wî, saeta wî û zincîra wê ya zîvî û bi her halê xwe mîrekî malmezin li ber me ye. Li gorî ku Îsmaîl Çol Begê 1888´an hatiye dinê, dema ku Gertrudê wêneyê wî girtiye, diviyabû 21 salî be.

Îsmaîl Begê di warê dîrokî de jî mirovekî hêja ye mirov bi bîr bîne. Ew parêzvanekî xurt ê mafê hindikahiyan bû û paşê wê di dema fermana li dijî xeyrî Mislimanan de fermana hewandin û parastina wan bidana civaka Êzîdî.

 

NAVENDA NÛÇEYAN