Dema em pesnê çand û şaristaniyê didin, em Ewrûpa û Emerîkayê li ser destan digirin. Nexasim jî li Ewrûpayê binesaziya çandî bê mînak e. Lê li Ewrûpayê ev kêm-zêde weha pêk hat, li ser vê mijarê mîmarê bîngehîn yê ronakbûna Ewrûpayê Luther digot, “Weke kûçikên har divê werin kuştin, divê bi awayekî veşartî û eşkere em wan parçe bikin, bixeniqînin û bifetisînin.”

“Zanist dibêje, Cibus, onus et virgum asino. (Mejiyê gundiyan bi kayê geya dagirtiye.) Ew gotinên xweda nabihîzin, ew nabihizîn, ew ehmeq in. Ji ber vê yekê divê em bi wan qemçî û arkebûzê (tifingeke bi barûtê) bidin nasandin; ev wê ji bo wan baş be. Ji bo serî bitewênin em ê dia bikin, naxwe dilê me bi wan naşewite!”


Rohnakbîriya dijminê mirovan

Ev zilamê van gotinan dike, Luther e. Li dijî serhildanên gundiyan ji bo pergala kapîtalîst ya nû hatiye sazkirin, biparêze, diaxive. Ev zilam entelektuel e, ango ji wan kesên herî navdar e ku li derdora berstûka xwe ya sipî a romantîk, qurdeleyeke sor dideynin. Lê dema li dijî serhildanên gundiyan diaxive, pisporên Şerê Taybet ên ku di sedsala bihurî de li Tirkiyeyê derketibûn holê hene, ha ji wan dinihure. Û li gorî ku Engels dibêje, Luther li gorî van şîretên xwe yên nûjen û ronak (!) yên ji bo pergala kapîtalîst, van kiryarên bê hesap dike:

“Di sala 1514´an de (ji serokê serhildanên gundiyan) Gorkey Dozsa (dibe ku kesekî Macar be) dîl hate girtin. Dozsa, li ser sêleke sor hate pijandin û bedena wî ji aliyê zilamên xwe ve ku tenê dikarîbûn canê xwe bi vî rengî rizgarbikin, hate xwarin.”

Yê ku Dozsa têk bir, Fermandarê Artêşa Transîlvanya Johann Zapolya ye. Ew jî dibe ku yek ji wan kesên ku bingeha ewlekariya îtxalat û îxracata global danî be. Niha slogana ronakbûnê li guhê me xweş tê, dilê me hênik dike, lê belê ev ronakbûn weha bi pêş ket.

Di şerê navxweyî yê Spanyayê de ku Unamuno rêveberiya wê dikir, generalekî alîgirê Franko ku tevî hin zilamên xwe bi ser zanîngehekê de girtibû, piştî axaftineke kin ya ji rektor û endamên hîndekariyê re kiribû weha qîr dikir: “Abajo la inteligencia! Viva la muerte!” Erê, hûn e bizanibin ku bê general çi gotiye; “Bimrin entelektuel, bijî mirin!” Ev zilam di rastiyê de nêrîna serdema kapîtalîst a der barê întelîjensiya de bi du gotinan bi awayekî herî zelal tîne zimên. Rektor Unamuno li dijî general derdikeve û dibêje, “Belê hûn xwedî hêz in lê belê divê hûn me qanih bikin. Ji bo vê jî divê hûn mafdar bin, lê hûn ne mafdar in.” Unamuno, weke van gotinan çend peyvên zanîstî dike, lê belê yê ku bi ser dikeve general û têgihiştina wî ye.

Dema ez dibêjim însanê berî dîrokê, ez behsa vê dikim. Ango ez di wê nêrînê de me ku dema hûn weke nîşaneya bipêşketina çandî gulekê didin êvîndara(ê) xwe, an eger hûn hunermendek bin gotinên weke “ez çiqasî bêriya te dikim ey azadî” dikin, an dema hûn dibêjin “Ronakbûna Kurd heq e û zarûrî ye” divê hûn vê dîrokê bi tevahî baş fêm bikin û peywenda wê ya çandî û têgihiştinî baş bizanin.


Qurana di stuyê te de 

fermana kuştina te dide

Niha dibe ku em vê girêdanê bi rêya mînakeke weha karibin rave bikin: Li gorî çîrokekê, dibêjin, wextekê, sefîrekî Îslamê weke qasid çû cem qewmekî Îslam/Bedewî. Ew reîsê qewma Bedewî ku çûbû cemê, bi zilma xwe dihat nasîn. Qasid, ji bo ziyan û zewalê nebîne, Quraneke bi dest hatibû nivîsandin bi stûyê xwe ve kir. Bi vê yekê bawer dikir ku rêîsê zalim ê Bedewî ku bi temamî girêdayî qanûnên Îslamê bû, wê wî nekuje. Lê belê reîs, li gorî kevneşopiyên xwe biryar dabû ku qasid ji qewmekî ye ku bi ti awayî nikarin li hev bikin. Ji ber vê yekê girîngî nedida bi gotinên wî. Dema ferman da ku stûyê wî jêkin, qasid Qurana ku bi stûyê xwe ve kiribû, nîşan da. Ji ber ku li gorî Îslamê divê li dijî Quranê şûr neye kişandin, qasid bawer dikir ku reîsê Bedewî dê wî nekuje. Lê reîs weha axivî:

“Qurana di stûyê te de ferman dide ku tu bêyî kuştin!”

Piştî vê meseleyê, ji bo dostên me yên dinivîsin, stranan dibêjin û hin karên din dikin, pêşniyazeke min a mutewazî ew e ku dema xebatên întelîjensiya an rewşenbirî dimeşînin, divê lêkolîn bikin ka ew Qurana ku me bi stûyê xwe ve kiriye, dema em rastî hêrsa wê bên, xwedî çi qanûnan e. Ji ber nêrîna min ew e ku di têgihiştîna me de piranî “Qurana di stûyê me de ferman dide ku em bên kuştin!” Gelo em ê karibin ku bi qasî ku Quranê ji nû ve binivîsin wan tabûyên di zihniyeta xwe de bişkênin?

Çawa ku Îslam eger ku Quran ji nû ve were nivîsandin, wê bi şîdeteke girseyî bersivê bide, dema em şoreşeke zihnî çêkin jî wê pergalên me yên baweriyan heman bersivê bidin. Ma em ji bo vê amade ne? Eger em ne nivîskarekî reklamê, an jî kafirekî siyasî bin, divê bi her awayî em li van baş fikirin û bihizirin.