SOLÎN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA

 

Desteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê heta niha gelek derfetên kar ji şêniyan re peyde kirin.

Di encama êrişên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de ji 20’ê Çileyê vê salê ve şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn. Di heman demê de kantona Şehbayê di encama şeran de wêran bûbû.

Ji bo peydekirina derfetên kar ji şêniyan re Desteya Aborî pereyan bi deyn dide şêniyan da ku projeyan vekin û bi vî awayî derfetên kar hatin peydekirin.

Yek ji wan projeyan projeya îsota sor e. Di nav projeyê de 100 karker dixebitin. Miqdarên mezin ji berhema îsota sor tînin, dişon û li ber tavê zuwa dikin û piştre li navçeya Kefer Naya dihêrin.

Firseteke baş e

Têkildarî mijarê berpirsa karkeran Abdulezîz Hemû yê ji şêniyên gundê Dîkê yê herêma Raco ya kantona Efrînê, got, “Ev proje ji bo misogerkirina debara rojane ya şêniyên Efrînê firseteke baş e. Destheqê her karkerekî rojane li gorî kîloyên ku çêdike, heta 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye.

Her wiha Hemû destnîşan kir ku ew ji bo firotina miqdara depokirî ji îsota sor a hûr di nav kantonê de dixebitin û her wiha plan dikin ku berhemê bişînin derveyî kantonê.

Ji aliyê xwe ve karkerê bi navê Osman Elî yê ji Efrînê jî got, “Em bê kar mabûn, lê bi saya van projeyan, me dest bi kar kir û debara xwe ya rojane kir.”