Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku di êrişeke Îsraîlê ya li ser Sûrî de herî kêm 3 çekdarên alîgirê Îranê hatin kuştin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sanayê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiva fuzeyên Îsraîlê dan û fuzeyek îmha kirin.
Saziyê ragihand ku êrişên Îsraîlê li dijî çeperên Sûriye û Îranê hatin kirin.
Di êrişê de roketek li qada navbera banliyoa Şamê Aqraba û taxa nêzî wê Seyyîda Zeyneb ket û di encamê de sê çekdarên ne Sûriyeyî hatin kuştin.
Saziyê diyar kir ku çekdarên mirin Îranî ne, lê belê ev agahî hîn ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehatiye piştrastkirin.
Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê heta niha bi sedan carî êrişî hedefên Îranî û milîsên nêzî Îranê kir.
n NAVENDA NÛÇEYAN