Bertek û nerazîbûnên li hemberî pergala perwerdehiya Tirkiyeyê û polîtikayên hikûmetê zêde dibin. Li gel sazî û dezgehên Kurd dixwazin zarokên Kurd bi zimanê zikmakî perwerde bibin û Kurd bi zimanê zikmakî dibistanan bixwînin jî, hikûmet li şûna daxwaza gelê Kurd û saziyên Kurd li ber çavan bigire, dijberî vê yekê pergala asîmîlasyonê bêtir pêş dixe. Piştî hikûmeta AKP'ê pergala '4+4+4' a perwerehiyê di serdema nû ya perwerdehiyê de xist meriyetê bertek jî zêde bûn. Di serdema nû de TZPKurdî, KurdÎ-DER û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) banga dibistanan "boykot" bikin kiribû. Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Zana Farqînî, pergala '4+4+4' a hîndekarî û perwerdehiyê ku ji aliyê hikûmetê ve nû ket meriyetê rexne kir û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi vê pergalê dixwaze bi vê pergalê zarokên Kurd fêrî Tirkî bike û wan zû asîmîlebike. Farqînî da zanîn ku wekî her sal dê îsal jî pergala perwerdehiyê bi pirsgirêk pêş bikeve.

'Daxwazan li ber çavan nagirin'

Farqînî, anî ziman ku pirsgirêka perwerdehiyê bi pêkanînên nû yên hikûmete çareser nabin û dijberî vê yekê dê zêdetir bibin. Farqînî, da zanîn ku ji ber pergala perwerdehiya Kurdî li dibistanan tune bû Kurdan berê dibistan boykot kirin û ji bo ev daxwazên wan nehatin cih jî niha dibistanan red dikin û wiha got: "Hikûmet li hemberî daxwazên Kurdan ên perwerdehiya zimanê zikmakî guhê xwe digirin. Divê hikûmet û dewlet guhê xwe veke. Li welatên demokratîk niqaşa perwerdehiya zimanê zikmakî tune. Divê perwerdehiya hemû zimanan bi zimanê dayikê be. Lazim e tu niqaş li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî neyê kirin û raste rast bê parastin. Divê baş bê zanîn ku mafê Kurdan ê perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Pergala 4+4+4 li dijî zanistî û perwedehiya demokratîk e. Dixwazin zarokên Kurdan fêrî Tirkî bikin û bi hêsanî asîmîle bikin.
Dixwazin piştî zarokên Kurdan asîmîle kirin, piştî perwerdehiya 12 salan bînin asta ku zarok nikaribin zimanê xwe fêr bibin. Divê Tirkiye dest ji vê ferasetê berde û bê asta demokratîkbûna ku bibe mînakên dewletê din." 

DÎHA/STENBOL