Li gorî nûçeya BBC, berdevkê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê da xuyakirin ku beşdariya komê li hevdîtinên aştiyê, bi DYA û Îngilîstanê ve girêdayî ye.

Rayedarekî Sûriyeyî yê nexwest navê xwe aşkera bike got, “DYA û Îngilîstan ji me re dibêjin ‘divê hûn biçin Cenevre’. Bi awayekî zelal dibêjin ku eger em neçin Cenevreyê wê mîna niha destekê nedin me û giraniya me ya li nava civaka navneteweyî winda bibe.”
Koalîsyon wê der barê beşdariya li civîna Cenevreyê de biryara xwe di dengdana roja Înê de bide.
Li Sûriyeyê di pevçûnên sê salan de, di navbera komên mûxalîf de cudahiyeke mezin tê jiyîn.
Hevdîtinên li Swîsreyê yên bi navê “Cenevre-2” tên bilêvkirin, ji bo pêkhatina agirbestekê weke firsenda yekane tên dîtin.
Rayedarê Sûriyeyî da xuyakirin ku hêzên din ên biyanî bi qasî DYA û Îngilîstanê zextê nakin û got: “Fransa jî dixwaze em beşdar bibin, lê belê dibêje ‘biryara we çi be em li gel we ne.’ Sekna Siûdî û Tirkan jî bi heman rengî ye. Ji me re dibêjin, ‘Em dixwazin hûn biçin Cenevre, lê belê eger hûn neçin û kar di rê de nemeşe, emê we bi tenê nehêlin.”

Îran dê tevli Cenevre-2’ê bibe

Wezîra Karê Derve yê DYA’yê John Kerry, wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û nûnerên taybet yê Sûriyeyê yê NY’ê Lahdar Brahîmî li Parîsê civînek pêk anîn û piştre Îran bi awayekî fermî ji bo konfernasa Cenevre-2 hat vexwendî kirin.
Di hevdîtina Lavrov û Keryy de amadekariyên Cenevre-2’ê hatin dest girtin û mijara Îranê bi taybet hat destgirtin û hat gotin ku tevlibûna Îranê ferz e.
Wezîrê karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berê jî gotibû: Ez hêvîdarim sekreterê giştî biryarek rast bigire. Ne raste ku di bin bandora nêrînên îdeolojîk yên ku zirarê didin berjewendiyên hevpar.
Di mijara bernameya nukleerê de bi Îranê re muzakere tên kirin. DYA dema hewcebe  artêşa Amerîkayê dema li xeta Iraq û Afganîstanê be bi Îranê re muzakereyan dimeşîne. Ez bawerim krîza Sûriyeyê bi qasî bernamea nukleera Îranê ne girînge. Ji ber vê divê Îran jî vexwendiyê konferansê bê kirin.”
Di 20’ê Kanûnan 2013’an de lîsteya welatên ku tevli konferansê bibe hatibû aşkera kirin û di nava 30 welatî de Îran tunebû.

Heyet El-Tensîq  hate vexwendin
Piştî Koalisyona Niştimanî ya Hêzên opozisyona Sûriyê, Heyet El-Tensîq jî ji bo beşdariya Civîna Cenevere-2 hate vexwendin.
Serokê buroya ragihandinê ya Desteyta Kordînsyona netewî ya hêzên opozisyonê “Heyet El-Tensîq” Munzir Xedan ji malpara Fermî ya Heyet El-Tensîq re ragihand ku ew ji bo beşdariya civîna Cenevre-2 hatine vexwendin, li gorî Xedam duh nîvro Dr.Muxtar Elemanî nûnerê şandêrê Netewyên Yekbûyî ji bo Sûryê El-Exder El-Ibrahîmî belgeya vexwendina ji bo Cenevre-2 radestî Heyet El-tensîq kiriye. Xedam da zanîn ku di vexwendnameyê de ji opozisyona Sûryê hatiye xwestin ku ji bo beşdariya Cenevre-2 şandeyeke hevbeş ava bikin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî Heyet El-Tensîq ji bo Cenevre-2 hate vexwendin, derfeta ku Kurd jî bi şandeyeke serbixwe bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdar bibin zêde bûye.

CENEVRE