Li gorî rayedarên Sûriyeyê piştî ku Amerîka, welatên Rojava û hevalbendên wan a herêmî di şer êli dijî Sûriyeyê de tevî ewqasî alîkarî û çek dan muxalefeta çekdar bi ser neketin. Lewre jî niha ji bo planeke din a li dijî Sûriyeyê dixebitin. Ev gotin piştî civîna wezîra karên derve ya Amerîkayê Hilary Clinton bi rayedarên Tirk re zêde hatin rojevê. Li gorî tê texmînkirin Tirkiyeya ku ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de dixwest bi avakirina herêmeke tampon destê xwe yê di karê nava Sûriyeyê de çalaktir bike û li gorî bercewendiyên xwe bi armanc bike. Lê wekî gelekî kesên din jî gotin hesabên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê bi yekrêziya kurdên Rojava hate serobinkirin.
Gelo çima Tirkiyeyê bi israr herêmeke tampon dixwze tevî ku sînorê Sûriyeyê ji aliyê Antalya û Intabê ve tev di bin kontrola muxalifên artêşa azad de ye ku ew artêş ji Tirkiyeyê tê kontrolkirin. Em dibînin ku rojnamevanên Tirk bi riya komên çekdar xwe dighînin heta nêzî Helebê. Bê guman ew yek jî destnîşan dike ku Tirkiyeyê bi hezaran endamên istixbarata xwe jî dikare li wan deveran bicih bike. Bi gotineke din ew dikare bi hezaran çekdarên ku dişîne wir perwerde bike, bi çek bike û bi rihetî bişîne Sûriyeyê. Lê li gorî texmînan û piştî daxuyaniyên rayedarên Tirk ên derbarê rewşa kurdên Rojava de mesela Herêma Tampon ji bo pêşîgirtina li destkeftiyên kurdane.
Şerê Helebê didome
Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên dijwar ên li Helebê berdewam dikin û li gorî agahiyên ajansa fermî ya Sûriyeyê ku 4 rojnamevanên wê ji alî çekdaran ve hatine revandin, li Helebê artêşa fermî taxên bajar ji çekdarên muxalefetê vala dike. Lê li gorî çavkaniyên muxalefeta çekdr jî wan tenê xwe ji taxa Selahedîn vekişandiye. Piştî ku şerê artêşa fermî û ya muxalefeta çekdar veguhest bajarn rojane bi sedan mirov tên kuştin û herî zêde jî qurbaniyên van pevçûnan xelkên sivîl in.
Civîn hate paşdexistin
Li gorî daxuyaniya cîgirê serokê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Bin Hilî, civîna wezîrên welatên Ereb ya derbarê aloziya Sûriyeyê de ku biryar bû li Siûdiyê bihata lidarxistin hate taloq kirin.
Hilî di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de taloqkirina wê civînê aşkare kir , lê sedemên taloqkirina civînê ne anî ziman.
Ji aliyekî din ve emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon daxwaza ewlehiyê ji bo Netewên Yekbûyî li Sûriye kir, piştî ku erkê çavdêrên navdewletî li wî welatî bi dawî bibe, û têkest kir ku, pêwîste rêxistina navdewletî alîkariyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bide.
ŞAM
Ciwanek Kurd hat kuştin
Hate ragihandin ku di 11’ê tebaxê de ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulhekîm Remezan ê li taxa Qedem a Şamê rûdinişt, gava ji male derdiket rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên rejîma Sûriyeyê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku Remezan, di sala 1994’ê de li gundê Biyandor ê Tirbespiyê hatiye dinê. Li Şamê, 12 ciwanên Kurd ku di nav de zarokek jî heye windane û heya niha jî nûçeya wan qutbûne, hate zanîn ku ew xortên Kurd di otombîlekê de bûn û li taxa Tişrînê ew hatine revandin.
Li gorî nûçeyeke Firat news bi Erebî belav kiriye ku, berya 4 rojan dema ku grûpek ji xortên Kurd ji cihê karê xwe yê li taxa Erbîn li çîftlika mirîşkan kar dikin û li taxên Şamê li taxên (Tişrîn- Qabûn- Riknedîn- Berzê) rûniştîne. Li gorî zanyariyan dema ku ev koma ciwanan ji cihê karên xwe ber bi taxên xwe ve diçûn li ser rêya di navbera taxa Tişrîn û Qabûnê li bazgeheke hêzên ewlekarî û îstixbarata Sûriyê hatine sekinandin û ber bi cihekî ne diyar ve birine, her wiha heya niha jî ti agahî li ser wan nînin.