'Emê serî li dadgeha bilind bidin'
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, hem serlêdana wan kiribû û hem jî biryara dadgehê nirxand. Yureklî, da zanîn ku di madeya 2'emîn ku jinûve darizandinê de sînorkirina demê vekirî hiqûq hatiye binpê kirin. Yureklî, destnîşan kir ku serlêdana wan a ji bo Dadgeha Makeqanûnê de jinûve bê darizandin ji hêla dadgehê ve hatiye redkirin hiqûqî nîne. Yureklî, anî ziman ku piştî ji wan re ev biryar bê teblîxkirin ew dê bi daxwaza xirabkirina biryarê serî li dadgeha bilind bidin. Yureklî wiha got: "Dema mijar dibe birêz Ocalan hiqûq tê binpêkirin."
'Xal li dijî Ocalan hatiye derxistin'
Yureklî, destnîşan kir ku daxwaza wan a jinûve darizandin, daxwazeke ji du astî pêk tê. Yureklî, anî ziman ku ya yekemîn muwekilê wan Ocalan careke din bê darizandin, ya duyemîn jî heke ev daxwaz bê redkirin jî madeya 2'emîn ya 21'emîn madeya qanûna hejmara 6459 a ku jinûve darizandinê sererast dike, bi awayê dosyayên heta demekî biryar hatiye dayîn ji ber dijberê wekheviyê ya makeqanûnê ye, daxwaza bikşînin Dadgeha Makeqanûnê ye. Yureklî, diyar kir ku di rewşeke ev daxwaz neyên qebûlkirin dê encameke "Ji kesan re taybetî û dijberê hiqûqî" derbikeve holê.
Yureklî, derbirî ku ji bo muwekilê wan Ocalan jinûve neyê darizandin, madeyên taybet derdixin û wiha got: "Ji bo birêz Ocalan neyê darizandin hemû hiqûq tên binpêkirin. Ji ber ku ji 1999'an û vir ve em lê dinêrin dema mijar dibe muwekilê me birêz Ocalan hiqûq li hewa dihêlin, hemû rêgezên hiqûqên giştî piştguh dikin. Dema mijar dibe birêz Ocalan şûna biryarên bê alî û serbixwe ya dadgehê, çalakî û şixûlên darizgeriyê her tim gotinên artêş û siyasiyan esas tên girtin. Ji ber ku piştî daxuyaniya Sadullah Ergîn a 'Nabe ku Ocalan jinûve bê darizandin' dadgehê biryar da. Piştî biryara dadgehê ji me re bê teblîxkirin, em dê pêşî ji bo betalkirina biryarê serî li dadgeha jê bilindtir heke encam neyê girtin pişt re em dê biryarê bişînin Dadgeha Makeqanûnê û em dê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin."
'Divê hevdîtinên parêzeran destpê bikin'
Yureklî, qedexekirina hevdîtinan a li ser parêzeran û tecrîta li ser Ocalan jî rexne kir û got: "Serlêdana ku me dawî kir jî bê hevdîtina muwekilê me pêk hat ev yek jî dê di hêla hiqûqê de tengasiyan derbixe. Divê demildest şert û mercên ewlehî, tenduristî û azadiya birêz Ocalan bê sererast kirin. Weke nûnerê hiqûq û parêzerên birêz Ocalan bi dehan caran serlêdana me çêbûn. Hem li Tirkiyeyê û him jî DMME'ê çêbûn. Ev du sal in hemû serlêdanên me bê hevdîtinên bi muwekilên xwe re bikin pêk tên. Der barê van serlêdanan de nêrînên birêz Ocalan em nikarin bigirin. Mafê parastinê tê binpêkirin. Ya dawî jî beriya dadgeh biryara redkirinê bide me gotibû 'em nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin, halê hazir dosyayek e pir cidî ye, divê em nêrîna birêz Ocalan bigirin, nivîsên ku hûnê ji me re bişînin dê agahiya muwekilê me jê tune be, ji bo nirxandinên ku hûnê bikin bi tenduristî derkeve holê divê hûn destûr bidin ku em bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin'. Ji ber vê yekê divê teqez em bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin."
ÇAGDAŞ KAPLAN/DÎHA/STENBOL