Leyla Guven doh di roja 98´an a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de ji ber ku êşeke giran lê peyde bû rakirin nexweşxaneyê, lê ew dermankirinê qebûl nake û çalakiya xwe dewam dike. Çalakiyên piştgiriyê yên bi Leylayê re jî dewam dikin.

Leyla Guven çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 99´an de dewam dike. Guevn doh ji ber ku rewşa wê ya sihetê zêde xirabû û ji hal ket, ew rakirin nexweşxaneyê. Li gorî keça wê dema nûçeya me dihat amadekirin ragihand, Leyla Guvenê dermankirin qebûl nekiriye û çalakiya xwe dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina mutleq a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 99’an de dewam dike. Doh rewşa wê piştî nîvrojê xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Leyla Guven, beriya vê jî êdî nema dikarî avê û vexwarinên din jî vexwe, pirsgirêkên mîdeyê pê re çêbûn û li dijî bîhnê û ronahiyê jî hesastir bûbû. Di rapora destpêka hefteyê ya koma tebîban de jî hatibû gotin, helîna masulkeyên Leyla Guvenê bi leztir dihelin û ew nema dikare rûnê û her dirêjkirî dimîne.

Leyla Guven piştî ku siheta wê gelekî xirab bû, rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin, dema ku endamên Delegasyona Navneteweyî ya Îmraliyê piştî dîtina Guven, dixwest li hewşa sîteyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, rewşa Guven giran bûye. Guven a ku êşeke giran ketiye sînga wê, rakirin nexweşxaneyeke taybet a li ser rêya Rihayê.

Keça Guven, Sabiha Temizkan jî di ser hesabê xwe yê twitterê de da zanîn ku dayika wê di lênihêrîna taybet dedimîne û rîtma lêxistina dilê wê tê şopandin, lewma ew dermandkirinê qebûl nake û dixwaze here mala xwe.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê li nexweşxaneyê ne û rewşa Leyla Guvenê dişopînin.

Grevên din jî dewam dikin

Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn a di hepsan de ku bi heman armancê hat destpêkirin di roja 61’ê de dewam dike, ya endamê nûneriya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 86’an de, ya 14 çalakgerên li bajarê Fransayê Strasbourgê di roja 60’î de, ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan di roja 60’î de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 26’an de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 30’î de dewam dike.

Li girtîgehan her roj li komên çalakiyê yên heyî yên nû jî zêde dibin. Herî dawî hatibû ragihandin ku 291 kes li girtîgehan di gerevê de ne.

Piştgirî zêde dibe

Ji gelek deverên cihanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetvan û akademîsyen jê re peyamên piştevaniyê dişînin.

Di çarçoveya çalakiyên HDP’ê de jî wê di roja 100’î ya çalakiya Leyla Guven de ku rastî 15’ê Sibatê, salvegera Komploya Navneteweyî tê, li 15 bajaran meş bên lidarxistin.  Meşên ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlik, Dîlok û li Rihayê, wê ji 7 hêlan ve bi daxuyaniya li ber mala Leyla Guven a li Baxlera Amedê sibe saet 12’an, bi encam bibin. Di meşên roja 100’î de, çalakvan wê berdilkê li ser wan wêneyên Leyla Guvenê li xwe bikin.

Meşa ji Agiriyê dest pê kir

Ji bo piştgiriya bi Leylayê re û ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan, parlamenterên Agiriyê  meşa xwe ya ber bi Amedê ve dan destpêkirin.

Meş bi tevlîbûna parlementerên HDP`ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Abdullah Koç, namzetên HDP`ê yên şaredariyên navendê û navçeyan xwestin ku ber bi Amedê ve bimeşin, lê polîsên dewleta Tirk a dagirker rêyan wan birrî. Li dijî hemû astengiyan, parlementerên HDP`ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç bi israr ber bi Amedê ve meşiyan. Parlementer heta dawiya bajêr meşiyan û ji wir jî derbasî Bedlîsê bûn. Çav li rê ye ew jî tevlî koma ku wê ji Wanê bimeşe, bibin.

Meşa li Wanê jî dewam dike

Meşa parlamenteran a bi dirûşma “Di roja 100’î de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişikînin” li Wanê jî rastî rêbirriya polîsên Tirk hat. Lê tevî dorgirtinê jî meş dewam dike.

Parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Salîha Aydenîz, Murat Sarisaç, Bedîa Ozgokçe Ertan û Muazzez Orhan jî dimeşê de cihê xwe digirin. Li ser kolana Mereşê, polîsên dewleta Tirk bi mertalan dor li wan girt. Meşa parlamenteran tevî vê dorgirtinê dewam dike. Parlamenter bi Israr in tevî meşên bi baskên din sibe li ber mala Leyla Guven peyama şikandina tecrîdê bidin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN