Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya “Ger PKK çekan deyne, operasyon dê rawestin” a Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Qeterê bersivand û got ku dixwaze muxatabê pirsgirêkê bi şer tune bike û niyeta xwe ya vê biryarê aniye ziman. KCK’ê got; “Heta ku dewleta Tirk biryarek mayînde û kur negire tu wateya van hewldanan ji bo me tune ye.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî mijarên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku daxuyaniyên ku Erdogan li Qeterê dane, tê wateya “teslîmgirtin û tasfiyekirinê”. KCK’ê serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li Washington û Enqereyê, yekitiya Kurdan û grevên birçîbûnê jî nirxand.

'Daxuyaniya Qeterê bilêvkirina plana tasfiyeyê ye'
KCK’ê got; “Pêşketınên li Kurdistan û herêma me her roja ku diçe zêdetir rewşa Kurd û Kurdistanê tîne asteke stratejîk. Serdanên ku di van demên dawiyê de pêk hatin û daxuyaniyên piştî wan serdanan hatin dayîn, dubarekirina israra di tunehesibandina vîna gel û tevgera me, hesasiyet, daxwaz û têkoşîna me ya ji aliyê mêtîngeriyê ve ye.” KCK’ê daxuyaniya “Ger PKK çekan deyne, operasyon dê rawestin” a Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Qeterê bersivand û got ku dixwaze muxatabê pirsgirêkê bi şer tune bike û niyeta xwe biryarê aniye ziman. KCK’ê got; “Gelê me û raya giştî baş dizane ku rêya rast a aşitiyê Rêper Apo û protokolên di çarçoveya nexşeya rê ya ku pêşkêş kiriye de derbas dibe.” 


Serdana Barzanî ya DYA û Tirkiyeyê 
KCK’ê bal kişand ser serdanên Barzanî yên li Tirkiye û DYA’yê jî û got; “Gel û Tevgera me ji nêzîk ve serdanên Birêz Barzanî yên li DYA û Tirkiyeyê dişopîne. Di demek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 13 sal e li Îmraliyê di bin esaretê de ye û ev 9 meh e di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin, nêzî 7 hezar siyasetmedarên Kurd neheqî hatine girtin, her roj li hemberî gelê me êrîşên faşîst tên, li Suriyeyê mafê Kurdan ji aliyê muxalîfan ve nayê bilêvkirin, li hemberî vê jî gerîlla û gelê me bi awayekî lehengî li ber xwe dide de, her gotin û serdan xwedî wateyek siyasî û dîrokî ya kûr e. Di hevdîtina mijara gotinê de der barê Rêber Apo ku hesatiya gel e û ji bo wî gelek kes bi mirinê girêdayî ne, operasyonên qirkirina siyasî û daxwazên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê de tu pêşveçûnên pêşbiçav neqewimîne. Di raya giştî de û li cem gelê me tu wateya mijarên di van hevdîtinan de hatine nirxandin tune ye. Ev baş tê zanîn.
AKP hewl dide ku pirsgirêka Kurd û muxataban ji holê rake. Heta ku dewleta Tirk biryarek mayînde û kur negire tu wateya van hewldanan ji bo me tune ye. Diyar e ku Hikumeta AKP ne tenê ji Kurdan re ji hemû gelên Rojhilata Navîn re xerabiyek mezin dike. Heta dewleta AKP’ê dev ji van polîtîkayan bernede tu bendewarî ji bo çareseriyekê nabe. Dewleta Tirk şer kûr dike. Demokrasiyê qetli dike. Di serî de gelê Kurd êşên hemû gelên rojhilata navîn zêde dike. Divê li hember van pêşveçûnan hemû rêxistinên Kurd ên siyasî li gor hêza xwe tevbigerin û li gorî wê nexşerêyekê diyar bikin. Li gorî vê divê Kurd û Kurdistna azad bê parastin.
Edî bê nasandina statuya Kurdan polîtîkayên heyî nayên meşandin. Ev ne pêkan e. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokarisaya Rojhilata Navîn êdî diyarker e. Ji bo Suriyek Demokratik, lazime xweseriya Kurdan bê naskirin. Her wiha Tirkiye jî ancax bi pêkanîna xweseriya demokratîk ya Kurdistanê dibe bibe demokratîk. Parastina mafên demokratîk ya gelê Başûrê Kurdistanê jî di parastina mafên Kurdan yên li Tirkiye, Suriye û Îranê de derbas dibe. Êdî her tişt zelal bûye. Gel êdî li gor perçeyekî na li gor tevahiya Kurdistanê difikire. Lazime ev baş bê zanîn.

'Pirsgirêkê parçeyîbûn derbas kiriye'
KCK’ê got; “Gelê Kurd li her çar parçeyan li ser esasê dahatûya Kurd û Kurdistanê li pirsgirêkê dinêre û di vê çarçoveyê de rastiya siyasetê test dike, seknên xelet û şaş bi rehetî têne dîtin. Êdî pirsgirêka Kurd polîtîkaya parçeyê ji mêj ve destbas kiriye. Divê Neteweya Kurd li her çar parçeyan bi awayeke hevgirtî li pirsgirêka demokrastîk û azadiyê binêre û li gorî wê nexşerêyeke zela diyar bike û biparêze.”

Grêva birçîbûnê...
KCK’ê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê yên bi dirûşima “Ji Kurdistanê re Statû, ji Rêber Apo re Azadî”, li Tirkiye û Ewropayê hatine destpêkirin, giştihiye asteke girîng û got; “Di vê pêvajoya çalakiyan de, helwesta ku gelê me û kadroyên tevgera zadiyê nîşan dane, hêjayê teqdîrê ne. Bi taybet berxwedana li Strabourgê bi pêşengiya çalagerên greva birçîbûnê pêş ket û eleqe û piştgiriya gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê, ji bo anîna rojeva navneteweyî ya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurdan, xwedî ciheke girîng bû. Ev biryardiyar ku çalakgerên greva birçîbûnê di 52 rojan de nîşan da, hewl û roleke pir girîng bû. Çalakiyên li Ewropayê careke din nîşan da ku li hemberî ragirtina Rêber Apo ya di bin esaretê de û qirkirina li hemberî gelê me, gelê mey ê li Ewropayê de xwedî hêzeke bi bandor a di têkoşîn de ye. Aşkere bû ku heta li Kurdistanê pêkanînên nemirovane, mêtîngerî û pêkanînê li Kurdistanê bidome, gelê yê li Ewrpoayê jî dê bêdeng nemîne. Bi taybet têkoşîna ku gelê Kurd li Ewropayê dimeşîne, li hemberî polîtîkay durû ya welatên Ewropayê ya ku piştgiriyê didin berdewamkirina şerê mêtîngeriya Tirk a li Kurdistanê, têkoşîneke pir hêja û bi nirx a azadî û demokrasiyê ye.” KCK’ê destnîşan kir ku ji çalakgeran ji ber banga wan û saziyên navneteweyî dawî li çalakiya xwe anî û got; “Ev helwesteke erênî bû.”

'Divê sozên xwe bicîh bînin"
KCK’ê herî dawî got; “Em di wê baweriyê de ne ku dê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî û gelê me yê li Ewropayê, dê ji niha û pêve jî bi awayên cûda çalakiyên xwe bidomînin, li ser vê esasî em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bi bîr dixin ku divê saziyên Yekitiya Ewropayê dilsozê sozên ku di daxuyaniyên xwe de dane bin û em bang li hemû hêzên demokratîk dikin kul i hemberî polîtîkayên tecrîdê ya nemirovane, ne hiqûqî ya li 9 meh in li ser Rêbertiya met ê meşandin bibin xwedî helwest.”

ANF/BEHDÎNAN