Jiyana li ser sînoran, tu dibêjî qey êdî bûye çarenûsa gelê Kurd. Mixabin şertê jiyanê, peywendî, çîrok û destanên Kudan jî li gorî wê hatiye hûnandin. Mirov di hemû lorîkên dayikan, stran û serpêhatiyên Kurdewarî de rastî peyva sînor, xerîbî û dûriyê tê bêguman. Hertim, ger Kurd li aliyekî din ê sînor hatine bicihkirin yan jî bicihiştin, çavê wan her carê vegeriyaye û li pişt xwe temaşe kiriye. Li dost, cîran û xizmên xwe yên milê din ê sînorên lêkirî geriyaye. Bi hesreta ku wê rojekê careke din vegere, berê xwe daye aliyekî din. Ger mirov çîroka kesên li ser sînor ji bo pariyek nanê helal daynin ser sifreya xwe, guhdarî bike, wê demê mirov wê baştir bibîne ka rastiya bi êş a sînoran çiqasî li ser jiyana xelkê kiriye ku hertim bûne mexdûrê vê rastiya tal. Li ser sînorê Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê gelo çend caran mirovan li gel tirsa mirinê dîsa jî ji rika dagirkeran lingê xwe danîye milê din ê têlan û bê minet derbas bûne. Sînor wek ku bûye parçeyek ji wê jiyana xwezayî ji bo Kurdan.
Behsa vê mijarê dikim ji ber ku yek ji sînorên ku herî zêde Kurd li ser debara jiyana xwe dikin, sînorê Bakur-Rojhilat û Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye. Gelek kesan li ser van sînoran parçeyek ji canê xwe da, nivîşkan bûn û careke din nekarîn sînoran derbas bikin. Gelek kes bi guleya dagirkeran li ber kêlên ser sînoran ketin, di bin baran, berfê de û ji ava mezin derbas bûn û qet careke din ji wan xeber nehat wergirtin. Ji bo ku hewceyî pariyek destê dagirkeran nebin, tercîh kirin ku bixwe nanê kedê bînin mala xwe, berdêla wê çi dibe bila bibe. Demekê beriya niha, kasibkar yan jî qaçxçiyên ku li ser sînor bi karê tîcaretê re radibin, bi taybet li bajarên Rojhilat nerazîbûna xwe nîşan da ji girtina deriyan, ji kuştina kesên kasibkar û ji şertên nebaş ên aborî û jiyana wan. Li Rojhilatê Kurdistanê karê li ser sînor êdî bûye wek meydaneke têkoşîna jiyanê ya bi dagirkeran re. Rejîma Îranê di van demên dawî de çawa ku zextên xwe li ser gelê Kurd li Rojhilat zêde kiriye, hewl dide Kurdan bi birçîbûnê terbiye bike. Li gel ku bi diholê û zurnê pêşwazî li wezîrê karê derve Mihemed Cewad Zerîf hat kirin ku qaşo êdî Îran ji kirîza aborî û ambargoyê xilas dibe. Îran ji bo ku hegemonya xwe li herêmê serwer bike û hêza xwe ya leşkerî bide rûyê welatên Ewrûpa û bi taybet Îsraîlê, rakirina ambargoyê ji bo xwe wek gaveke baş dibîne. Çi jî bibe, dîsa ez Kurd zarokek pêxas im, li ser van sînoran, divê kes ji bîr neke.
Lê belê îmzeyên bi şîrketên derve re ti guhertinek di aborî û jiyana xelkê Îranê û bi taybetî Kurdan de çênekiriye. Ji ber ku hişmendiya heyî sermayeya welat wek milkê xwe dibîne û naxwaze ku gelê Kurd jê ti sûdekê wergire. Di ser de jî bi behaneya ewlekariya sînor û di çarçoveya hinek lihevkirinên bi Tirkiye û Herêma Kurdistanê re deriyê sînor, rêyên hatin û çûyîna kasibkaran girtiye. Di her bihostek vê axê de mixabin çawa Tirkan qereqol çêkiriye, Îranê jî paygahên mezin ên artêşa xwe ava kirine. Ger em wek bipêşketin bi nav bikin, bipêşketinên heyî yên di warê aborî de li Îranê ti derdekî wî kesî derman nake ku bi şev û roj bêyî ku xew bikeve çavan, li ser sînor li pey hespan direve û paşê tê kuştin. Lihevkirinên Zerîf ti derdê wan kesan napêçe ku pêl mayînên li ser sînor kirine û dest û lingê xwe ji dest dane, birîna zarokên bê bav jî napêçe bêguman ku bi behaneya kirîn û firotina madeyên hişber hatî darvekirin. Di her maleke Rojhilatê Kurdistanê de çîroka kuştina li ser sînor, mirina bi mayînekê, darvekirin û gelek mijarên bi vî rengî hene û rabûna ambargoyê misqalek ji vê yekê kêm nekiriye. Îsyana vê carê ya karker û kasibkar yan jî qaçaxçiyên li ser sînor, îsyana li hember sînorên lêkirî, îsyana li hemberî birçîhiştina gel û îsyana li hember lihevkirinên Kurdên noker bi dagirkeran re ye. Wek ku biqîrin û bibêjin; Îsyana me li dijî sînorên dagirker û bêbextan e...