Sibehê saet di 03:36’an de li herêma bi 150 km’yî li bakur rojhilatê paytext Romayê, bi dijwariya 6,2 pileyî erd hejiya. Erdhejê xisar li gelek komunan kir. Li gorî daxuyaniyan 63 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes winda bûn.
Li herêma çiyayî ya erd lê hejiya, herî kêm 3 gund hilweşiyan. Xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li vê herêmê dewam dikin. Saziya parastina sivîl a Îtalyayê Immacolata Postiglione da xuyakirin, ku di binê xirbeyan de hê gelek mirov hene û ew bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe.
Ji ber erdhejma li Îtalyayê, ji gelek welatên Ewropa û cîhanê alîkarî û ekîbên alîkariyê hatin şandin.
ROMA