Di 28'ê Şibatê de çavê raya giştî û gelê Kurd li Serêkaniyê bû ku di navbêra nûnera gelê Kurd Desteya Bilind a Kurd (DBK) û îtîlafa Nişitîmanî ya Sûriyeyê hevdîtineke çê bibe û peymana ku ji aliyê YPG'ê û Artêşa Hur a Sûriyeyê ku piştî şerê Serêkaniyê di 17 Şibatê de hatibû morkirin. Bi misogerî erê bikin û weke aliyê siyasî bipejrînin.

Hevdîtina çav li rê pêk hat, lê ne weke tişta dihata hêvîkirin. Tiştê kete ser aliyê Kurd, weke DBK pêk hat. Vê carê gog li ber yarîgeha Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê ye.
Dibe ku weke her car dewleta Tirk li pêş aşitiyê asteng bû, ji xwe dervehî astengiyê tiştê ji Tirkiyeyê bê hêvîkirin nîne. Deriyê ku bi hezaran komên çekdar yên artêşa hur a Sûriyeyê tê re derbas bûne û bi cebilxane, top û tang têra derbasî Serêkaniyê bûne. Ji şer û tevlîheviyê re vekiriye, lê ji bo aştiyeke mayînde re ku hemû gelê Serêkaniyê jê sûdê werbigire re girtiye.
Tiştekî din nayê hevîkirin ji rêyedarên dewleta Tirk ji ber têgihiştina wan wiha ye. Hikûmeta Tirk ku nûneritiya wê AKP'ê dike li aliyekî hevdîtinan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêdike, perlementerên BDP'ê rêdike Girava Îmraliyê û nameyên birêz Ocalan digîne rêyedarên PKK'ê li Qendîl, li aliyê din balefirên şer radike ser heman Qendîlê û 4 canê bedew yên ciwanê Kurd tune dike. Ev çi mantiq û zihniyete ku tu behsa aşitiyê dike. Tu yê hem bikujî û bi cenezeyan re bimeşe, ev nayê qebûl kirin.
Bi vê mijarê ve girêdayî beriya du roja ji Endamê Mekteba Siyasî ya El Partî û Endamê DBK Sihud Mele hatibû pirsîn. Çima divê demê de serokwezîrê Tirk Erdogan got: 'Emê rê nedin li Sûriyeyê Kurd bibin xwedî fedralî yan dewlet û herêmeke xweser'. Mele wiha bersiv dabû. "Bila Tirkiyê destpêke li xwe binêre û piştre mudexeleya Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê bike."
Raste bila destpêkê Tirkiye li xwe binêre. Lê dema têgihiştin û nêzîkatiyên Tirkiyeyê ji aşitiyê re rakirina balefirên şer ser Qendîlê be û li cihê komên çekdar asteng bike, şandeya ku dixwezê hevdîtinan li Serêkaniyê pêkbîne asteng bike; ev tê weteya du rûtiyê.
Bê guman hevdîtin di vê demê de pêwist bû. Her çendî dereng mabe jî, dîsa jî pêk hatina wê serkeftin bû ji aliyê Kurd re. Ji ber ev hevdîtina di encama hevdîtina 6 Şiubatê de ya di navbêra DBK û Komîteya Aştiya Civakî û Şoreşê ku bi serokatiya Mîşêl Kîlo li Serêkaniyê pêk hatibû hate kirin. Ji ber di wê civînê de, her du aliyan li hev guhdar kirin û niyetên hev fêmkirin, nêrîn û pêşneyar xwe ji hev re pêşkêş kirin. Dîsa di encama hevdîtina DBK ku di 6 Şibatê de pêk anî, di 17 Şibatê de peyman di navbêra du hêzên leşkerî YPG'ê û Artêşa Hur de, hate îmzekirin.
Ji bo hîn bêhtir civîna di navbêra DBK û Îtîlafa Niştîmanî de bi berhemtir ba û rastî astengiya û hincetên Tirkiyê nehata. Diviya bû herî kêm 1 yan 2 endamên Îtîlafa Sûriyeyê, beriya roja hevdîtinê bi awayekî nepenî derbasî bajarê Serêkaniyê bubana. Helbete ger divî warî de şanda Îtîlafa Niştîmanî xwedî biriyar bû ya. Astengiya dewleta Tirk dihate texmîn kirin, bi taybet piştî daxuyaniyê serokwezîrê Tirk Erdogan yê di derbarê Kurdên Rojava de, xuya dikir wê Tirkiyê rê nede ku di navbêra Kurdan û Ereban de li hevhatinek pêk were. Ji bo vê yekê ger Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê, xwedî biryar, dikarî bi rêbazeke din hevdîtinê xwe berdewam birina. Weke mînak ev hevdîtin dikarî bû li Qamişlo jî, li Başûr, Misir û Ewropa jî pêk werin. Dibe ku li bajarê Serêkaniyê weteya vê civînê hebe. Di beweriya min de, hevdîtinê hayanî niha li Serêknaiyê hatine kirin têra xwe wete daye Serêkaniyê û bi taybet morkirina YPG'ê û Artêşa Hur a peymanê. Ji bo civaka Kurd û niştecihên bajarê Serêkaniyê, ne li kijan erdî yan wê kî beşdarî civînê bibe girîng e. Ya girîng encamên ku ji van hevdîtinan derkevê ye.
Ji bo hevdîtinên di navbêra Desteya Bilind a Kurd û Muxelefeta Sûriyeyê Îtîlafa Niştîmanî bi serkeve, divê herdu alî li hember hev zelal bin, bi taybet Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê. Divê Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê û rêyedarên wê zanibin ku çendî dixwezin ev rêjîm here, deh qatên wê zêdetir welatên ku îro Îtîlafê pişta xwe daye wan weke Tirkiyê, Qeter û Erebîstana Siûrî  naxwezin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe.
Divê beriya her tiştî Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê, derkeve û bi awayekî aşkere daxwezên Kurdan ji bo Sûriyeke demoratîk û hevbeş bipejrîne. Semîmiyeta xwe nîşanî gelê Sûriyeyê û gelê Kurd bi taybet bike. Çawa ku îro Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê rawa yê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê tê destnîşan kirin pêwîste Îtîlafa Niştîmanî jî bi vê cidîbûnê nêzî gelê Kurd û daxwezên wan yê rewa bibe. Divê herkes vê rastiyê bibîne, rewabûna Îtîlafa Niştîmanî ya Sûriyeyê, li rojavayê Kurdistanê di naskirina Desteya Bilind a Kurd re derbas dibe. Derveyî vê yekê Kurd kesî nasnakin.