ITUC’ê da zanîn ku piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu da zorê, neçarî îstifayê kiriye û aşkera kir ku Tirkiye di aliyê tundiyê de gaveke din bi pêşde çûye. ITUC’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran jî û ev tişt hat gotin: “Li Rojnameya Cumhuriyetê der barê Erdem Gul de 5, der barê Can Dundar de 5 sal 10 meh cezayê hatiye birin jî dide nîşan ku Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê dixwaze teqes li ser her beşê desthilatdariya xwe bide qayîmkirin.”
‘Daxwaza aştiyê tê darizandin’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû desthilatdariya li Tirkiyeyê li aktorekî polîtîk dema bê berhevkirin, dê mijarên wekî xwebirêxistinkirinê û mafên civakî dê bikevin bin tundiyê, ev jî dê dîktatoriyê bi awayekî fîlî pêk bîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re ber bi xirabûnê ve diçin û wiha hat gotin: “Erdogan ji bo li tevahiya welat gelê sivîl bigire bin desthilatdariya xwe, dê qanûnên ‘antî-teror’ bixe dewreyê. Her wiha dîsa gelek akademîsyenên li Tirkiyeyê aştî xwestin bi awayekî girtî tên darizandin.”
Bi dehan rojnameger girtî ne
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Berî rûniştina Gul û Dundar, Dundar li ber dadgehê bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma û bi saxî ji êrîşê filitî. Her çendî Dundar ji buyerê sax filitî be jî li cihê buyerê rojnamegerek birîndar bû. Her wiha bi dehan rojnameger li welat di girtîgehê de ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN