Peywirdara Lêkolîner a Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Osmangaziyê Selda Şend piştî ku bi KHK’ê hat îxrackirin, berê xwe da xebatên hunerê. Şend di vekirina Atolyeya Hunerê ya Adayan de cih girt, bi awayekî aktîf tev li xebatên atolyeyê bû. Şend da zanîn ku ji serî heta binî atolye ji nû ve înşa kirine û wiha got: “Ez difikirim ku divê huner wek qadeke jiyanê ya alternatîf bê afirandin. Di dema îstîbdatê de li ser navê vekirina qada alternatîf gelek cihên girîng hatin dagirkirin. Ji bo ku li Eskîşehîrê jî atmosfereke wisa pêk bê me atolye ava kirin.” Şend da zanîn ku beriya bê îxrackirin xwendekara atolyeyê bû û wiha pê de çû: “Me bi du sê hevalan re bi awayekî kollektîf ev der ava kir. Ez zêdetir bi karê îdarî re eleqeder dibûm. Piştî ku îxrac bûm aktîf tev li xebatan bûm.”

Şend aşkera kir ku sedemeke vekirina atolyeyê çavkaniya fînansî ye û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin qadên alternatîf hebin. Em li ser kursên civakî radiwestin. Bila parvekirin esas bê girtin. Perwerdeya me hefteyê çend saetan tê dayîn. Em dixwazin aktîftir bibin.” 


ESKÎŞEHÎR