Albuma bi navê “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve hat derxistin. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî ne û got: “Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî parçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.” 

Armanc albuma xwe ya bi navê “Jan” derxist, Kom û Mîr muzîk bi karê produksiyon û belavkirina vê albûmê rabûn. Armanc got, piştî 1975’an nêvenga siyasî wî ber bi lêgerîneke nasnameyî ve hêl kiriye û got: “Li dibistanê meyla min a ji bo muzîka çepgir zêde bû. Bêhtir min guhdariya Îhsanî, Mahsûnî, Zulfu Lîvaneli, Rûhî Sû, Rahmî Saltûk û Cem Karaca dikir.” Li ser pirsa çima ne bi Tirkî lê bi Kurdî, Armanc got: “Di warê zimên de tu pirsgirêkeke min tine bû. Lê min bêhtir dikaribû xwe bi Kurdî îfade bikim. Wek ku min got, me xwe ji bo siberojeke zaf cidî amade dikir û melodiya stranên herêmî pirr xweş bû. Di yên klasik de bêhtir behsa pevçûnên di navbera du eşîr yan jî malbatan de dihat kirin. Kesê dengbêj kesê nêzî xwe yan jî eşîra nêzî xwe wek baş û yên din jî wek nebaş nîşan didan. Ji ber vê, ev yek li xweşiya min nediçû.” 

 

Skenderûn bû dika pêşî 

Armanc, diyar kir ku piştî sala 1975’an tevgera Kurd a çepgir de cih girtiye û wiha dewam kir: “Muzîka çepgiriya Kurd jî di muzîka Şivan Perwer û helbestên Cegerxwîn de xwe dida der. Em jî hêdî hêdî bûn şopdarê vê pêvajoyê.” Armanc got, sala 1979’an li Skenderûnê ew beşdarî şeveke TKP’ê û paşê bernameya Newrozê bûye. Armanc diyar kir ku ew di salên 80’yî de bi rojên nebaş re rû bi rû maye û wiha dewam kir: “Wan rojan belkî em zaf ciwan bûn, lê wek nêvenga niha tesîr li min nekir. Çimkî wê demê ez di nav de bûm. Lê îro ez li dûr im û tenê temaşe dikim. Ev yek ji bo kesên mîna min tahdeyeke mezin e. Polîtîkaya dewletê ya niha har e.”

 

Li ber faşîzmê serî nayê tewandin

Armanc, dest nîşan kir ku hin hunermend ketine pey rantê û muzîka Kurdî û Tirkî bi hev re dikin û wiha peyivî: “Muzîk tim ji bo min wek hobiyê ma. Heke ne ji wê heza min a ji bo ziman bûna û ne ji wan berhemên aîdî min bûna, min ê tu carî stran negotana. Ji bo min a girîng ew e ku berhemên xwe û dengê xwe ji nifşên nû re bihêlim.” 

Armanc bal kişand ser albuma xwe ya nû û got, “Wek naverok min xwest zor û zehmetiyên gel vebêjim. Ya ku divê bê kirin jî berxwedan e. Çimkî em berdewamiya gelekî berxwedêr in. Te dît em tim dibêjin li ber faşîzmê serî nayê tewandin, bi têkoşînê û serbilindiyê mirov dikare ji heqê wê derê. Tevgerîna mirovahiyê her diçe li herêmê belav dibe û divê tevî hemû saziyan em li gorî vê armancê xizmetê bikin. Ne mumkin e ku muzîkjenek alîgirê şidetê be. Hunermendekî rastî tim hêla xwe ya humanîst dide der. Lê belê li cem me li dijî şidetê tenê berxwedan maye.” 

 

Zehmet bû lê Newroz bi ser xist

Armanc, anî ziman ku gotin û muzîka hemû berhemên di albume de aîdî wî ne û hemû berhem ji bo wî qîmetdar in û got, “Hemû berhemên min wek zarokên min in, lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî parçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.” Armanc bal kişand ser strana xwe ya bi navê “Newrozê” ku ji bo wî pirr girîng e û wiha peyivî: “Heta niha der barê Newrozê de tiştekî wisa nehatiye kirin. Madem Newroz a gelê Kurd e, min jî xwest bi hemû zaravayên Kurdî straneke wisa çêkim. Helbet zaf zehmet bû. Lê em bi ser ketin.” 


MA / STENBOL