Enîs Yildiz di ANF´ê de li ser jana hinarê dinivîse: “Ev çend roj û şev in. Li ber jana hinarê rûdinim, roj û saet diçin. Niha wexta payîza sor e. Payîza zer e, ku ji me re jana hinarê dimîne.” Li gorî Enîs Yildiz, “Di navbera demsalan de xeyalek bêpêjn heye.” Û ji bo payîza îsal dibêje, “Ev payîz payîza çuyînê ye. Jana hinarê ye.” Û ji wir jî berê xwe dide “me” ku bêhtir diçibe wî: “Em hemi wek her deman wek her wextan di pencereya payîzê de li xwe û zeman digerin. Lewma ti kes bi birîna xwe re û di şevên payîzê de jana hinarê bi stranekê dengbêjî nabêje. Divê êşa hinarê ji lêva şevê bibare.”
ANF/BEHDÎNAN