Mumtazer Turkone yê ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ve bo endamtiya Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk hatî pîşandin, got ku ew difikirin ku xelata “Ataturk” bidin Kemal Bûrkay.
Wergirê xelata aşitiyê ya Nobelê û damezrênerê Komara Efrîkaya Başûr Nelson Mandela, di sala 1992’yê de aşkere kiribû ku ew ê “Xelata Aşitiyê ya Navneteweyî ya Ataturk (Mustafa Kemal) a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn, wernegire. Mandela ji ber zextên dewleta tirk ên li ser kurdan çûyîna Tirkiyeyê jî red kiribû.
Piştî çenda salan, bi sponsortiya hikûmeta AKP’ê serokê berê yê PSK’ê Kemal Bûrkay vegeriya Tirkiye. Niha mereqkirinê bê dê Bûrkay helwestek çawa nîşanî mijara “Xelata Aşitiyê ya Navnetewî ya Ataturk” bide.
Nivîskarê tirk Mumtaz’er Turkone ku gotibû “Ez ji Ataturktiyê bawer nakim” û piştre ji bo endamtiya Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk hate pîşandin (tayînkirin), di hevpeyvîna daye rojnameya Haberturkê de got ku ew difikirin ku xelata “Ataturk” bidin Kemal Bûrkay. Her wiha, Turkone da diyarkirin ku dibe di asta navnetewî de xelatê bidin Gannişî yê ji Tunisê. 

ANF/STENBOL