Li bajarê Tirkiyeyê yê herêma Derya Reş Samsûnê nijadperestan êrîşî konê Karkerên Kurd ên li Termeyê kir. Di êrîşa nîjatperestiyê de jina bi navê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Nûrcan P. jî bîrîndar bû.
Nijadperestan bi çekan êrîşî konê karkerên Kurd kir ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo karkeriya demsalî çûbûn navçeya Terme ya Samsûnê. Li herêma Derya Reş êrîşên nijadperestên Tirk li dijî Kurdan her diçe zêde dibin. Armanca êrîşan jî bi pirranî karkerên demsalî ne.
Çi qewimî?
Li gorî agahiyan di bûyerê de piştî ku karkerên herêmî gotinên nexweş û bi kîn ji karkerên Kurd re kirin û bi şûn ve, êrîşa bi çekan pêk hat. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Samsûnê wê di rojên pêşiya me de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
SAMSUN