Jê sûretekî rûken ma
Hogir Kayran ê 11 salî, li Nisêbînê di encama teqîna cismekî ne diyar de, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbînê li ser rêya Bejayî ya ber bi Cizîrê ve li devera Sîteya Sanayiyê, dema ku zarokê 11 salî Hogir Kayran ê pezê xwe diçêrand, di nava kavilên xaniyên hatine xerakirin de li tenişta rê teqîn pêk hat. Piştî ku karkerên înşaeta şantiyê hatin cihê bûyerê Hogir Kayran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Kayran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo rapora otopsiyê cenazeyê Kayran rakirin morga nexweşxaneyê. n MÊRDÎN