LUQMAN GULDIVÊ   Filma Star Wars a dawî ku bi navî Jediyê Dawî li trîlojiya nû zêde bû. Ez dixwazim hinekî rexneyan lê bigirim, lê beriya wê ez ê di hin waran de pesnê wê bidim, bi ya min di van waran de divê mirov hem dilê rejîsor û hem yê senarîst xweş bike û neheqiyê li wan neke. Star Wars a dawî bi Jediyê Dawî re, li aliyê artêşa qenc jinan derdixe pêş. Fermandarên jin, rolên sereke yên jin in. Di filmê de maqûlî jî ya jinê ye. Sergermî û bê sebr û semaxî jî ji mêran re hatiye veqetandin. Luke Sky Walker jî dema di dawiyê de “dimire”, beriya ku bimire li dûv xwe êdî Jediyeke nû hiştiye û ew jî jin e, Rey a (Daisly Ridley). Li aliyê din spî-gewrbûna karakterên filmê jî li xwe kêm dike; li ber destê me qehremanekî reş heye bi navê Finn (John Boyega) ku ji destpêka filmê ve bi roleke diyarker radibe; herçî qehremanê mêr û spî ye ew nûneriya sergermî û bi bêsebriyê xeletîkirinê ye di vê filmê de navê wî jî Poe Dameron e (Oscar Isaac). Li hemberî vê lîstikvaneke din a Vietnamî-Emerîkî heye ku rola jina qehreman a maqûltir dibe ya wê, ew jî Rose Tico (Kelly Marie Tran) e. Ev pirrrengbûna bereya berxwedanê ango bereya qencan, aliyekî erênî yê senaryo û tercîha senarîst in ku her du jî karê Rian Johnson in.   Peyamên civakî yên xurt Aliyekî din ê erênî jî dîmenên serketî yên gerstêrka mîneral in ku lê roviyên krîstalî hene, dîsa girava ku Luke Sky Walker lê xwe vedişêre jî serketî ne û bi heywanên nû yên xwîngerm roviyê krîstalî, gamêşên deryayî, ew teyrên mîna kopyayên penguenan bi bîra me dixin ka pirrengîbûna dinyaya me û hawîrdora me çiqasî muhim in. Bi ser de jî nexasim roviyê krîstalî serketî hatiye amadekirin û anîmekirin. Peyamên civakî yên ku film di nava çîroka xwe de qederê 2 saet û nîvan dide jî aliyekî erênî yê filmê ye. Galaksiya ku neçê lê desthilatdar in, bazirganên sîlehan ên bi şer dewlemend dibin. Dewlemendên ku li ser pişta karê zarok û koleyan kêf û sefaya galaksiyê dikin. Mêrbûna vî aliyê dewlemend û aliyê neçê yê hêz û magiya reş û beramberî wan timî hebûna hêvî û berxwedana aliyê çê yê ku dixwaze sîstemeke demokratîk a bi beşdariya hemû rengan ava bike. Lê, em qebûl bikin, ji bo filmek serketî be, ji vê û wêde jî tişt divên.   Filmeke cidî bi sos û beharatên sivik û necidî    Piştî van aliyê erênî em berê xwe bidin qelsiyên filmê. Qelsiya destpêkê ji senaryoyê dest pê dike; di nava senaryoyê de hin tiştên hûrik hene ku vê çîroka xweş sivik dikin. Karakterekî wan rêzefilmên Emerîkî yên komek heval didin filmê. Hem jî di rewşên herî cidî yên filmê de jî vê dikin. Dema ku Rey li giravê hewl dide Luke razî bike ji bo ku zanîna Jediyan bide wê û ji nû ve tevlî nav “Bereya Berxwedanê” bibe, ji van sehneyan gelek hatine bikaranîn. Di diyalog û aksiyonên Finn û Poe de jî ev rewş e ya ku hukm li ser rengê giştî dike. Di rewşeke temrîna di tarnsê de, Rey latekê dibire û ew lat digindire ser hin mexlûqên li giravê bi erebokên destan hin tiştan hildigirin, hindik dimîne wan bike dims û mot; lê sehne weke henekeke besît di nava rewşeke cidî de ye ku ne rewşê sivik dike, ne jî temaşekirinê xweştir dike.

  Aktoriya xirab bû bar li ser filmê Li aliyê din karakterên sereke û heta rola sereke ne serketî hatine lîstin; Rey ango aktîrîst Daisly Ridley bi rastî jî xwedî performanseke gelekî xirab e ku diviyabû rejîsor pê razî nebûya. Daisy Ridley hem bi mîmîkan, hem bi sehneyên hestiyariyê û hem jî yên ku divê wê bikin Jediyek, ne di wê astê de ye ku bibe Rey û hew. Bi ya min şaşiya herî mezin a rejîsor ev tercîha rola sereke ye. Ben Solo (Adam Driver) jî ku li bereya tarî ye, di trîlojiya destpêkê de bavê xwe Han Solo kuştibû û bi wî maskeyê xwe yê reş û dengê xwe yê bi maskeyê guhertî bûbû remza filmê, hîç xweş rol nake. Bi ser van qelsiyên sereke de dema ku mirov anîmasyonên herî baş, rohnî û kameraya bêqisûr jî nabîne, lewma Star Wars wisa diviyabû bê temaşekirin, gelek kesên jê hez dikin ji vê epîso tefrîqaya 8´an ne razî dibin. Bi her halî bi sînemavaniyeke baştir ev wêrekiya destpêkê ya rejîsor dikarîbû gelekî zêdetir serketî bûya.