Diviyabû doh li Helebceyê dadgehkirina şirketên bi firotina çekên kîmyayî tên tohmetbarkirin, çêbûba, lê ji ber amadenebûna van şirketên ji rûniştina dadgehê re vexwendî, dadgeh hate taloqkirin.
Di destpêka rûniştinê de dadger bang li şirketên ku tên tohmetbarkirin kir da ku bên li hola dadgehê rûnên. Lê ji şirketên tohmetbar, yeka tenê jî amade nebû. Ji ber vê, dadger biryar da ku dadgehkirina van şirketên hanê, taloqî 8´ê Çileyê 2019’an bike.
Li ser amadenebûna van şirketên Ewrûpî ku ji ber firotina çekên kîmyewî tên tawanbarkirin jî, dadger got, ew ê lêkolînekê bikin.
Lêkolîn wê bê kirin
Parêzerên wan kesên ku giliyê van şirketan kirine û doz vekirine jî li ser biryara dadger daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê parêzerê xizmên şehîdan Eyad Kakeyî ve hate dayîn. Kakeyî da zanîn ku ew ê biryara dadgehê esas bigirin û wê xwe ji bo rûniştina bê amade bikin û belgeyên pêwîst peyde bikin.
Li gorî agahiyên ji parêzerên malbatên şehîdan, ev şirketên tohmetbar ên vexwendî, ew şirket in ku çekên kîmyewî firotine rejîma Sadam ya rûxiyayî. Ji ber vê sedemê, wan jî giliyê van şirketan kiriye. 9 şirket ji ber firotina çekên kîmyewî ji bo rejîma Sadam tên gunehbarkirin. Di nava van şirketan de şirketên Fransî, Brîtanî, Holandî, Elman hene. Jixwe pirraniya teknîk û madeyên bi kêra hilberîna çekên kîmyewî hatin jî, şirketên Elmanyayê firotibûn.
Komkujiya Helebceyê di sala 1988’an de bi çekên kîmyewî pêk hatibû û di encamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Heyta niha jî bandorên kîmyabaranê li ser kesên ku wê demê ji komkujiyê filitîn, heye.
HELEBCE/ROJNEWS