Enerjiya ji rojê tê bidestxistin êdî ji bo me hîç nexerîb e. Lê enerjiya ji siyê? Cihazeke nû çêkirî, dikare ji siyê enerjiyê hilberîne. Belkî ne tam ji siyê lê ji kontrasta di navbera rohnî û siyê de. Ji Zanîngeha Neteweyî ya Sîngapûrê zanyarê materyalan, Swee Ching Tan dibêje bi xêra vê cihazê em dikarin li her dera dinyayê enerjiyê hilberînin û ne tenê li deverên servekirî.

Cihaza Tan û ekîba wî niha çêkirî dikare tenê elektrîkê ji bo cihazên elektronîk ên piçûk hilberîne. Wan navê “Jeneratora enerjiyê ya bi efekta siyê” li cihaza xwe kiriye. Ev cihaz elektrîkê hildiberîne, gava ku qismek jê di siyê de be. Elektronên di nava slîkonê de yên ajîtebûyî, derbasî jêr dibin. Ji ber ku qismek ji cihazê rohniyê nabîne û di siyê de ye, voltaja qismê rohnî zêde dibe li gorî qismê di siyê de. Ji ber wê jî elektron ji aliyê voltaja zêde ber bi aliyê voltaja kêm ve diherikin. Gava mirov van elektronan bi dewreke li derve ve girê dide, ev jî ceryana elektrîkê hildiberîne û mirov dikare pê elektrîkê bide cihazên piçûk.

Niha tîma ku ev cihaz çêkirî li ser cihazên hilberîna elektrîkê dişixule ku ji bo cihaza xwe bi kar bînin. Lewma rohnî çiqasî zêde be kontrasta di navbera rohnî û siyê de jî zêde dibe.

 

FRANKFURT