Înîsiyatîfa Delî Dalgalar û Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji jinên girtî yên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê re posteya pirtûkan şand. Pirtûkên ku ji sala 2008’an heya niha ji aliyê Înîsiyatîfa Delî Dalgalar ve tê amadekirin, îsal ji aliyê Komîsyona Jinan a ÎHD’ê, akademîsyen, parêzer û xwendekaran ve hate amadekirin. Di hemû amadekariyên vê xebatê de bi tenê jin xebitîn û pirtûk jî ji pirtûkxaneyên jinan ve hatin berhevkirin.




Ji 158 girtiyên jin re posteya pirtûkan


Jinan, nîşeyên ku nivîsînê û şarên xwe jî xistin nav pirtûkan û ji jinên girtî re şandin. Ji 158 girtiyên jin ên li girtîgehên cûda yên Kurdistan û Tirkiyeyê re pirtûk hatin şandin û her wiha ji bo Çîlem Dogan û Emîne Yildirim ên ku bi parastina cewherî li hemberî tundiya cinsî xwe parastibûn jî nameya hevpar a jinan û postaya pirtûkan hate şandin.




‘Em xwedî li sekna parastina cewherî derdikevin’


Ji Înîsiyatîfa Delî Dalgalarê Sevînç Koçak derbarê vê kampanyayê de axivî û anî ziman ku weke her sal îsal jî bi keda hevpar a jinan postaya pirtûkan hatiye amadekirin. Koçak derbarê xebata îsal de wiha axivî: “Du cudahiyên posteyên îsal hebûn. Ya yekem ew e ku hemû jinan şarên xwe li gel pirtûkan şandin. Me xwest ev bibe qeyda di navbera jinên girtî û jinên li derve. Ya duyem jî, me ji Çîlem Dogan û Emîne Yildirim re name nivîsî û postaya pirtûkan şand. Bi vê yekê re me xwest em nîşan bidin ku em li sekna parastina cewherî xwedî derdikevin. Em xwedî li hemû hevalên xwe derdikevin ku li hemberî tundiya zilam û desthilatdariyê serî rakirine û rastî tundiyê hatine.” 


 DÎHA/ENQERE