Polîsa jin a trafîka bajarê Qamişlo Robîn Lewend derbarê karê xwe de  axivî û wiha got: “Em li vir dû grûb in. Grûbek ji saet 08.00ê sibehê heta 14.30an û ya duyemîn jî ji saet 14.30an heta 21.00an di xebitin.” Derbarê zoriyên dikêşin de jî Robîn Lewend wiha got: “Herî zêde carna tehemûla ligel hinek şofêran me aciz dike. Weke din em ti zoriyan nakêşin. Kesên ziman dirêjiyê jî dikin em li gor yasayên trafîkê wan ceza dikin.”

Rêveberê giştî yê trafîka Kantona Cezîrê Salim Ehmed jî  got: “Ji despêka me dest bi vî karî kirî ve, em şofêran birêxistin û hişyar dikin. Em ji wan re dibêjin, em di rewşekî awarte de dijîn û wan ji her bûyerekê hişyar dikin. Wek nimûne, hinek şofêr wêneyan li ser cama otomobîla xwe çêdikin. Em heta 3 caran wan hişyar dikin û ger ev yek li ber çav negirt, wê demê em di aliyê madî de ceza dikin. Dema şofêrek di nava bajêr de erebeyê bi lez dibe, em wan hişyar dikin.”


MİHEMED ORHAN/ANHA/QAMİŞLO