Wîkîpedîayê Kurdî heta niha ji 30 hezarî bêtir gotarên Kurdî li ser Wîkîpedîa zêde kiriye. Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên li ser înternetê ye û a herî mezin e. Di kategoriya wê ya Kurdî de, hejmara gotarên bi Kurdî 30 hezarî derbas kir. Weqfa Wîkîmedîayê, li ser serketina Wîkîpedîaya Kurdî peyamek li ser Twîttere belav kir û got:“Di vê mehê de gotarên bi Kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.” A herî zêde Ingîlîzî ye Her wiha li gorî daneyên Tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê Kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê. Di Wîkîpedîayê de, kategoriya herî zêde ya gotaran Ingîlîzî ye. Di kategoriya Ingîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene. NAVENDA NÛÇEYAN