Li ser Kurdan zilma asayî ya dewleta Tirk her berdewam e. Piştî greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên Kurd bi dawî bû, kesên aştixwaz pa (hêvî kir) ku hikûmet wê were îmanê û derî ji aştiyeke bi rûmet re veke. Hên bahsa grevê ji rojevê derneketîbû, vê carê jî rakirina mafê destnedana parlamenterên Kurd xistin rojevê. Dora hefteyekê nûnerên hikûmetê, di serî de Serokwezîr R.T. Erdogan, bi coşeke mezin qala rakirina destnedana parlamenterên BDP’ê (Partiya Aştî û Demokrasiyê) kirin û  raya giştî jî bala xwe da, ka kê were girtin. Êrîşa li dijî Kurdan nesekinî û dîsa li çend bajaran bi sedan Kurd hatin girtin.

Zilm li ser zilmê...
Ji Nîsana 2009’ê û vir ve dora deh dezar Kurd hatine girtin. Ji vê çaxê heta îro tu rêxistinên BDP’ê yê ku rastî êrîşa dewletê nehatine nema ye. Li her bajarên ku rêxistina BDP’ê heye, rêveberiyên rêxistinan ji ber ku gişt hatine girtin, heft heşt caran guherîne. Helbet zehmetiyê dikişînin, lê dîsa jî rêxistinên BDP’ê li ser piya ne. Xelk hêviya xwe jê qut nake.
Li hinda ewqas zilm û zordariyê, li gel ewqas kuştin, girtin û lêdanê, li gel ewqas alikariya siyasî, aborî û askerî ji dewletên rojava û dewletên li herêmê, hikûmeta Partiya Dad û Pêşketinê (AKP)  û dewleta Tirk nikane Kurdan ji daxwazên demokratîk, siyasî û azadiyê dûr bixe û dengê wan bibire.
Li hinda van pêşketinên li hêla Kurdan, gelo hal û rewşa AKP’ê çirg e (çawa ye)? Dema di çapemeniyê de analîz têne kirin, tê gotin ku; AKP’ê bi zilma ku li Kurdan dike, dixwaze Tirkên neteweperest û şovenîst bikişîne hêla xwe û bi rayên wan piştgiriya xelkê ya ji sedî 50’yî zêdetir hilbigire û bi wê re jî Erdogan bike serokekî mîna sultanekî. Lê xuya ye ku rewş qet jî wer nare!..
Anket û lêkolînên têne kirin jî vê rastiyê nîşan didin ku piştgiriya gel a ji BDP’ê re her ku diçe zêde dibe û gîhiştiye radeyeke nêzikî ji sedî dehê. Lê her wiha gorî heman anketan rayên AKP’ê jî her ku diçe ji 50’yî dadikevin jêrtir. Ev jî tê wê maneyê ku, AKP bi serê xwe nikane rejîmeke ‘sultantiyê’ ava bike û Erdogan jî bike ‘sultan’!..  Lawazbûna AKP’ê bi nîşaneyên nû yên ku êdî nikanin werin veşartin aşkeretir dibe. Serokê rêxistina AKP’ê ya Amedê ji ber ku gotiye, “Kurdên dîndar rayên xwe didin BDP’ê”, bi talîmata Erdogan ji rêvebertiyê hate destkişandin. Vê îstîfayê û bertekên ku piştî vê yekê derketin holê, tabloyê li Kurdistanê li dar e, bi aşkereyî radixe ber çavan. Tê gotin ku, AKP’ê li Amedê tu kesî nabîne ku bike serokê rêxistina xwe ya li bajêr!... Kurd êdî endambûna AKP’ê mîna heramxwarinê dibînin...
Erdogan van rojan pirr bahsa padişahê Osmanî Sultan Silêman dike. Wer xuya dike ku, dixwaze bibe sultanekî mîna wî... Rast e, mêrik dizane li kê hatiye! Sultan Silêman jî mîna wî zalîmekî dijwar bûye. Îro tu kes bahsa xêr, aramî û şaristaniya ku wî avakirî nake, lê tenê bahsa zilma wî tê kirin. Herkes dizane, wî di desthilatdariya xwe ya 46 sal ajotî de, ji nava Ewropayê heta Pêş Asyayê, axa miletan bi xwîna wan sor kiriye, kuç li ser kuç nehiştiye. Lê her ku zilm zêde kiriye, ewqas jî wenda kiriye... Bi zilmê cîhan tirsandiye, lê bi wê zilmê dawiya xwe aniye. Bona wê hên jî tê gotin, “ev cîhan ji Sultan Silêman re jî nema!”
Demokrasi jî, aştiya civakî jî, aramî jî bi zilmê nayê avakirin. Tu rejîm bi zilmê nikanin demdirêjî bijîn. Ev cîhan ji Sultan Silêman re jî nema, ji sultan Erdogan re jî namîne!...