Dema em pêşwaziya 8´ê Adarê Roja jinên Kedkar ên cihanê dikin, Dewleta Tirk di asta harbûna herî wehşiyane de ye û bi hemû wateyê xwe faşîzmek li holê ye. Ev ji bo Gelê Kurd carekê û ji bo jinan jî du caran tê wateya pêvajo û erkên nû. Di vê pêvajoyê de dibe ku weke Gel û jinên Kurd kêmasiyên xwe rexne bnikin lê divê ji bîr nekin ku ne bi saya tevgera azadiya gelê Kurd û têkoşîn û berxwedana bê hempa ya jinên Kurd nebûna rûyê vê dewletê wer aşkere nedibû. Dewletê baş dizanî ku pêvajoya biharê wê pêvajoyeke pir zehmet be ji bo wan, jî bo wê jî bêexlaq û bêsînor hêz bi kar anî, xwest warê derûnî de serdestiya xwe di vê biharê de nîşan bide, lê li aliyekî çalakiya Enqerê ev di qirika wan de hişt û li aliyê din jî ciwanan peyam didin ku ev tenê destpêkek e.

Rast e ku yê bin enqaza komkujiya Cizîrê de ma,  dewlet e, lê me di qada siyasî de û di nava gel de vê dewletê çi qasî da naskirin? Me hevkarên dewletê di hundirê xwe de çi qasî nas kir, çi qasî em bi rêxistin bûn li hemberî yên ku subjektîf û objektîf bûn stûna li ser pê mayîna vê dewletê?  

Birêz Ocalan bi dirêjahiya 40 salên têkoşînê de bi qasî li ti cihekî cihanê û li ti demeke dîrokî de nehatiye dîtin felsefeya jiyaneke azad û rê û rêbaz, têgîn û term, nûbûnên li pey hev di warê ramanî û piratîkî de hilberandin. Yek ji van ku herî zêde hewcedariya ponijandinê li ser heye têgîna "qutbûnê" ye. Dema Birêz Ocalan ev teorî anî rojeva tevgera azadiyê di salên 90´î de ji her kesekî baştir analîzkiribû û dizanî ku rastiya civakê di rastiya jinê de veşartiye, ji bo wê jî têgîna qutbûnê ji bo tevgera jinên Kurd xist rojevê, li ser vê rastiyê eger enerjiya jinê ku ji alî zêhniyeta zilamê bi dewletê bihêzkirî û sazîkirî werê azadkirin, wê enerjiyeke bi heybet di Civakê de nîşan bide, lê destpêkê divê hebûna jinê ku îfadeya xwe di civakê de dibînê destpêkê divê ji vê zihniyetê qut bibe.

Qutbûn ne tenê di warê fizîkî de ji zêhniyeta zilam, lê di warê îdeolojî, rûhî û heta pêwist be fizîkî de jî û dibe xwe ji nû ve ava bike. Zêhniyeta serdestiya zilam ku xwe di dewlet û hemû saziyên wê de, malbat û heta di mêjî de bi cih kiriye ji bilî komkujiyê, tacîz, destavêtin, kuştin, êşkence, talan û dagirkirinê ti tişta din îfade nake. Lê rastiya Rojhilava Navîn û dewletên hegemon ên sedsala 20´an bi gelên qedîm ên li Rojhilata Navîn, mîna ku zewaca bi darê zorê cuda bûne, tê wateya komkujiyan. Ev qûtbûn ne tenê di rastî ya jinê de lê alî civakê de jî rastiya xwe îfade dike. Dewlet ji xwe êdî bawer nake ku wê rehet li Cizîrê û bi giştî li Bakurê Kurdistnê serdest be ji bo wê jî her derekî xirab û kavil dike. 

Ne mubalexe ye mirov komkujiya Cizîrê û deverên din mîna jana vê qutbûnê bibîne, qutbûn ji yekîtiya bi darê zorê ancex di alî dewletekê de ku 100 salan xwe bi komkujiyan li ser piyan girtiye, dikarê encamên wisa bi xwe re bîne û tiştên ku dihatin hêvî kirin. Lê tişteke ku divê bê dûdilî em li xwe vegerin û bipirsin heye weke civakê, jinan û nûnerên vî gelî; ew jî ev e, me ev dewlet çi qasî di mêjiyê xwe de rûxand, em çi qasî jê qut bûn, me çi qasî ji bo xwe avakirinê kar kir? Pirsên ku heta asta can standinê divê em ji xwe bikin û li bersiva wan bigerin. 

Dewleta Tirk a ku bi hemû versiyona xwe ya dîrokî û rojaneyî temenê xwe qedandiye, îflas kiriye û di bûyerên Cizîrê, Sûr, Silopiya û Hezexê de êdî têk çûye, nikarê ji wê zêdetir li ser piyan bimîne, jixwe dîmenên Cizîrê nîşana têkçûna dewletê ye. 

Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi şahîdiya dost û heta dijminên wê tevgerek e ku qabiliyeteke bêhempa li ser pêmayîn, mezinbûn û nûbûnê di 40 salên bihurî de nîşan da; ev nûbûna wê li her qadê xwe nîşan dide, ji ber ku tekane hêza siyasî, îdeolojî û rêxistinî ye ku bi kûrahî rexneyan li xwe digire û rexne dike. Vê biharê ne tenê li qadên çiyayan, wê li her derê bihareke nû be, ji ber ku her kesî êdî fam kiriye ku ji bilî qutbûna ji zêhniyeta dewletê, ti rêyeke din nemaye, ev rastî ji bo jinan û ji bo tevahiya civakê jî mîna ronahiye rojê zelal e, yê herî zelal jî ew ku êdî kes behsa aştî û diyaloga bi Erdogan û Davûdoglu re nake, her kes qala têkçûna wan dike, ne tenê Kurd, êdî hin beşên nava AKP û Tirkan de jî deng derdikevin, çi qasî ji bo berjewediyên xwe jî bikin lê ev tê wateya Hikûmeteke din jî di rêya ber bi çopa dîrokê ve. 

Bihar li Kurdistanê ji 8´ê Adarê heta Newrozê mîna her sal ne tenê bihareke rengîn, agir, coş û peyamên têkoşînê be, lê îsal ji salên din cudatir, bihara Jinan û Kurdistanê, bihara pêkanîna wesiyeta Rêberên Civakê Memed Tûnc û Sevê Demîr, Fatime Oyar û Pakize Nayir be.