Li Tirkiyeyê 400 akademîsyenên ku ji 50'î zanîngehê hatin kom bûn, ji bo astengiyên li pêş agahiya azad û zanistiya azad bê rakirin, girtin û binçavkirina li dijî akademisyen û xwendekaran bi dawî bibin bûn yek. Akademîyên li hev kom bûn Koma Xebatê ya Lêkolîn û Hîndekariya Azad a Navneteweyî li Tirkiyeyê (GİTTürkiye) ava kirin. Hîndekaran piştî ku Akademîsyen Prof. Dr. Buşra Ersanli hate girtin, li Restauranta Cezayirê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de ji Zanîngeha Galatasarayê Fusun Ustel, Zanîngeha Bogazîçî Zeynep Ganbetî, Zanîngeha Galatasarayê Ahmet Însel û Zanîngeha Marmarayê Ayşe Durakbaşa û gelek hîndekar û zanyar amade bûn.
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Zeynep Ganbetî, anî ziman ku ji bo zext û zordariya li ser akademîsyenan û xwendekaran şermezar bikin û li hemberî wan helwestek xurt nîşan bidin ev kom ava kirine û wiha got: "Prof. Dr. Buşra Ersanli di bin navê KCK'ê de hate girtin. Girtina Ersanli êdî sebra me xelas kir. Eranli, rastî bêedaletiyek mezin hatiye. Akademîsyenên li hemberî van pêkûtî û textan bêdeng dimînin, bi vê helwesta xwe piştgiriyê didin van pêkutuyan. Ev pêkutî derfetên hebûna civakî asteng dike. Akademisyenên muhalif û şaşiyan rexne dikin her dim dibin hedef û êrîşa van kesan. Bi awayekî keyfî tên girtin, ji kar tên avêtin û rastî lêpirsînê tên. Ev pêkanîn, bandorek neyînî li ser zanîngehan û civakê dike. "
Ganbetî, anî ziman ku ji bo li xwendekar û akademîsyenên tên girtin û rastî binpêkirina mafan tên xwedî derkevin "GÎTTurkiye" ava kirin û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê rastî êrîş û zextên mezin in. Mirovên azad difikirin rastî girtin û binçavkirinê tên. Em dê li van mirovan xwedî derkevin û wan biparêzin. "
Hîndekara Zanîngeha Galatasarayê Dr. Fusun Ustel, anî zimak ku di nasandina azadiyê de alozî heye û divê zanîngeh vê aloziye berî her tiştî zelal bikin. Ustel, xwest zanîngeh di her qad û şertan de rê li pêşiya azadiya hîndekar û xwendekaran vekin.
Hîndekarê Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Ahmet Însel jî anî ziman ku di salên 1980 û 1990'an de li dijî zanîngehan zexten mezin pêk hatin û niha jî zextên li ser zanîngehan ji yên wê serdemê bêtir û girantir in. 

DÎHA/STENBOL