Li Wargeha Maxmûrê ya Şehîd Rûstem Cûdî,15 akademisyen, 30 xwendekarên akamediyê, 20 doktor û 124 mamoste bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ku li hemberê gelê Kurd dide meşandin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:: “Li herêmên Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û gelek cihên din, berxwedanek dîrokî hat raberkirin. Ji ber vê jî êdî dewleta Tirk dest avêtiye qetilkirina jinan, zarokan, kalan û ciwanan.”

Akademîsyenên Başûrê Kurdistanê jî li bajarê Silêmaniyê daxuyanî dan û bangl li NY, YE û rêxistinên Mafê Mirov kir ku li hemberê kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemî nin. 

Li ser navê akademîsyenan mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Azad Heme axivî û got; “ “Em weke akademîsyenên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo berxwedana Bakûrê Kurdistanê diyar dikin. Her wiha em ji hemû rêxistinên navneteweyî, Yekîtiya Ewrûpa û rêxistinên Mafê Mirovan daxwaz dikin li hemberî vî sûcê dewleta Tirk bêdeng nemînin.” 


 MEXMÛR/SILÊMANÎ