Pirtûka Mehmet Akar ya bi navê “Fabl bi Kurdî Xweş in. Çi hebû, Çi Tunebû” ji alî Weşanxaneya Do’yê hat weşandin. Wek ku ji navê kitêbê jî tê fêhmkirin pirtûk li ser çîrokên heywanan e, yanî çîrokên fabl in. Di ev kitêbê de sed û pênc fabl cih digrin. Mehmet Akar ev fablan bêhtir ji bajarê ku lê hatiye dinyayê, ji Semsûr’ê berhev kiriye. Mehmet Akar, li ser girîngiya vê xebata xwe wiha dibêje: “Divê ji bo edebiyata Kurdan, ku di kîjan quncikê de çi hebe derkeve holê. Ez hêvîdar im ev xebata min ya biçûk wê di edebiyata Kurdî de cihekî girîng bigre.”
Ji bo bîranîna qirkirina Ermeniyan
Mehmet Akar diyar dike ku bi armaca di sala 100. de ji bo bîranîna komkujiya Ermeniyan romana “Kendal” nivîsandiye.
Di romanê de, qala koçberiya malbatek Ermen tê kirin ku koçberî Binxetê dibin. Xanima malê Anî û cîrana malbatê Xanim du hevalên ku wek du xwişkan in. Lê belê ji hev tên veqetandin. Roman ji aliyekî de qala koçberiya malbata Ermen û ji aliyê din jî qala hezkirin û hesreta du mirovan dike.
NAVENDA NÛÇEYAN