Alîgirên futbolê yên ku bi komeke anîmasyonê ve çûn kampê bi zarokan re dem derbas kirin. Koma anîmasyonê bi palyaçoyan re demên xweş bi zarokan re derbas kirin û hin lîstikên anîmasyonê hatin pêşkêşkirin û rûyê zarokan bi şeklê cur bi cur hatin boyaxkirin.
Berpirsyarên koma anîmasyonê ya ji Mêrdînê hatiye Gultekîn Çelîk diyar kir ku ew ji bo beşdarî hin xebatên li Sêrtê bibin çend roj in hatine û ev tişt anî ziman: "Em ji bo ku zarokên me yên li Kampa Dudêranê ne û ji axa xwe, ji malên xwe dûr ketine rajeke be jî moralê bidin hatine vir."
Çelîk di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Ev welatiyên me ne penaber in. Ew ji odeya din a malê derbasî yekî din bûne. Ev mal jî Kurdistan e. Em jî ji odeyeke din a vê malê hatin. Me li vir hin lîstik bi zarokan re lîst û ji sîrka kolanê xwest hin mînakan bidin. Ji ber vê em spasiyên xwe li Şaredariya Sêrtê û koma Altra Aslan a Sêrtê dikin."
Zarokên Şengalî jî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" koma alîgirên futbolê ya Ultra Aslanê oxir kirin.
DÎHA/SÊRT