Piştî malbatê ji bo teşhîskirinê serî li dozgeriyê de li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Înonuyê cenaze teşhîs kir. Piştî tesbîta nasnameyê malbatê cenazeyê Ekîncî wergirt û anîn Êlihê. Cenazeyê Ekîncî li tesîsên Bardaçilarê bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke qelebalix anîn Mizgefta Yavus Selîmê. Di pêşwazîkirinê de gelek posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin vekirin û sloganên “Bijî serok Apo” , “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Piştî li mizgeftê vecîbeyên olî hatin bicîhanîn cenazeyê Ekîncî rakiirn morga mizgeftê. Di merasima cenaze de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Cîgirên Şaredar Gulistan Akel, Hamdullah Ayiş, Wekîlê Serokê BDP’a Êlihê Ayşe Agulgat, endam û rêveberên BDP’ê, rêveberên MEYADER’ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Girseya ku li pêş posterê endama HPG’ê Ekîncî bilind kirin pankarta “Em li dijî polîtikayên înkar û îmhayê têdikoşin” vekirin. Girsê piştî wecibeyên olî cenazeya Ekîncî ji Mizgefta Yavuz Selimê wergirtin û li ser milan heta Goristana taxa Yauz Selîmê birin. Girsê darbesta HPG’ê Ekîncî bi dergê kesk, sor û zer xemilandin û li ser milê xwe kirin. Girsê piştî bi diruşmeyan cenaze birin goristanê û defin kirin, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî karê definkirinê Rêveberê MEYADER’ê Mahmut Soner, sersaxî ji malbata HPG’ê Ekincî xwest û wiha got: “Ekîncî şehîda Kurdistanê ye. Divê em hemû gelê Kurd bibin yek. Ger ku em yekîtiya xwe ava bikin wê demê em dê pergala AKP’ê hilweşînin. Ekîncî, li metrepolan têkoşîna Kurdan meşand û li ser axa xwe şehît ket. Li ser axa xwe hate defin kirin.”
Li ser navê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Mulkiye Çelîk jî ji malbata HPG’ê Ekinci sersaxî xwest û wiha got: “Ekîncî Şehida Kurdistanê ye. Roja înê tev li PKK’ê bû û roja înê şehît ket.” Dayika Ekîncî Ayşe Ekîncî anî ziman ku keça wê şehîta gelê Kurd e û sersaxî ji gelê Kurd xwest.

DÎHA/ÊLIH